Gundekî Çînê di bin hezanê de ma 2017-06-24 11:17:01 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Çînê di hezana axê de 141 kes dibin axê de man. Ji ber barana zêde ya eyaleta Sichuan a dikeve rojavayê Çînê, saet di 06.00 de hezana axê pêk hat. Hat hîn bûn ku Gundê Xînmo yê herêma çiyayî ku dikeve eyaleta Sîchuan di encama hezana axê de 46 mal û 141 gundî dibin axê de man. Di xebata xelas kirina gundiyan ku 400 kes beşdar bûn de hîna didome. Di encamê xebatê de tenê sê kes hatine xelas kirin. Di encama hezana axê de, hat payîn ku 3 mîlyan metrekup zinar û ax ketiye xarê.