Esad bangawaziyên agirbestê red kir 2016-12-08 10:50:31 NAVENDA NÛÇEYAN- Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad ê ji rojnameya El Vatanê re axivî bangawaziyên ji bo agirbestê red kir. Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad ji rojnameya El Vatan a li Şamê weşanê dike re axivî, têkîldarî agirbestên ji bo pêşketina wan a li Helebê nêrînên xwe parve kir. Esad anî ziman ku tercîhekî wekî agirbestê tuneye ji ber ku muxalîf dikevin tengasiyê Amerîka ji bo agirbestê israr dike. Esad da zanîn ku ji nû ve bi destxistina Helebê ji bo hikûmetê dê bibe serkeftinek û nirxandina "lê ev dê dawiya şerê li Sûriyeyê neyne" kir. Esad diyar kir ku serkeftina li Helebê dê ji bo bi dawîbûna şer bibe gavekî mezin. AMERÎKA Û MUTEFÎKAN AGIRBEST XWESTIBÛ Amedîka duh bi Almanya, Fransa, Îngilistan, Îtalya û Kanadayê ve ji bo alîkariya mirovî bigihînin Helebê bang li aliyan kiribû û xwestibû agarbest bê îlankirin. Artêşa Sûriyeyê di operasyona ku meha mijdarê li Helebê dabû destpêkirin de gelek cihên bajar xistibû bin kontrola xwe. Li gorî agahiyên ku Malaçavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ya navenda wî li Londonê ye daxuyandibû ku ji sedî 75 bajar di bin kontrola rejîmê de ye. Muxalîfên ku derketine bajar red dikin agirbesta 5 rojan û ji bo sivîlan riyên derbasbûnê dixwazin. Rejîma Sûriyeyê û Rûsya jî dixwazin muxalîf bi temamê ji herêm^^e vekişin. Li gorî daneyên rêxistinên alîkariyê li herêmên rojhilatê Helebê ji bo nêzî 200 hezar sivîlan alîkariya zaxîre û derman nikare bê dayîn.