Hezar û 750 DAIŞ li ser Tirkiyeyê re vegeriyan Ewropayê 2016-12-08 17:27:39 BRUKSEL - Di rapora ku dê Yeketiya Ewropayê bi weşanîne de, 5 hezar endamên DAIŞ'ê yên Ewropî ku çûne Sûriyeyê û Iraqê, ji sêyan yekê wê li ser Tirkiyeyê re vegeriyane Ewropayê û hişyariya ku dibe fermana êrîşkirinê girtibin hat kirin. Li gorî rapora ku dê Yeketiya Ewropayê biweşîne, endamên DaIŞ'ê yên Ewropayî yên li Sûriye û Iraqê ne ji sedî 15-20 di şerên herêmê de mirine û ji sedî 30 an jî 35 vegeriyane Ewropayê. Endamên rêxistinê yên ku nêzî 2 hezar, 2 hezarû 500 mane jî hêjî li herêmên pevçûnê ne. DI VEGERAN DE HÊJMAR ZÊDE BÛYE Piştî beriya mehekê bi koalîsyona ku Belçîka û DYE piştgiriyê dideyê hinek herêmên li Sûriye û Iraqê ji DAIŞ'ê girtin, hişyariya, hêjmara vegera endamên rêxistinê yên Ewropayê zêde bûye hat kirin. Li gorî rapora ku dê Koordînatorê Têkoşîna bi Terorê yê YE'ê Gilles De Kerchove roja înê teslîmî Wezîrê Karên Hundirîn ê YE bike de hat diyarkirin ku hezar û 750 endamên rêxistinê vegeriyane Ewropayê. JI BO ÊRÎŞ BIKIN VEGERIYAN Di raporê de tê gotin ku du beşên "terorîstên biyanî" vegeriyane, koma ku ji vana hemûyan pêktê dê carekdin vegere lê koma din ji bo êrîş bikin vegeriyane. Di raporan de bêyî ku hêjmar bê dayîn hat gotin ku hinek endamên rêxistinê di girtîgehê dene, hinek dtên şopandin û hinek jî bi awayekî azad jiyana xwe didomînin. Her wiha di raporê de hat bibîranîn ku endamên rêxistinê yên vegeriyane Ewropayê tevlî êrîşa Parîsê ya par, êrîşa di meha adarê de ya li Brukselê bûne û gelek êrîşên din pêk anîne. RIYA VEGERÊ TIRKIYE YE De Kerchove di rapora xwe de da zanîn ku riyên ku endamên rêxistinê yên vegerê li ser Tirkiyeyê ne û divê bi Tirkiyeyê re hîn zêdetir têkilî bê danîn. Di raporê de her wiha ji bo kesên vedigerin baştir bên şopandin divê YE îstîxbarata xwe ya bi Tirkiye û DYE re berfirehtir bike.