Ji NY'ê têkîldarî nîqaşên darvekirinê rexneyên tund 2016-12-09 13:12:11 NAVENDA NÛÇEYAN- Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Zeyd Raad el Huseyîn bi wesîleya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê peyamek weşand û ji ber nîqaşên li ser îdamê tên kirin, AK Partî û Erdogan rexne kir. Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Zeyd Raad el Huseyîn bi wesîleya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê peyamek weşand û hişyarî da, ku tinehesibandina pîvanên navneteweyî yên li ser mafên mirovan, gefa tinekirinê li destketiyên piştî Duyemîn Şerê Cîhanê dixwe. Zeyd bêyî ku nav bilêv bike, AK Partî û Serokomar Tayyîp Erdogan ên banga îdamê dikin rexne kir û bibîr xist, di avabûna hin komên çete yên Sûriyeyê de polîtîkayên hin 'dewletan' diyarker in. Zeyd diyar kir, mafên mirovan li civakên ku baweriya xwe bi hikûmetên xwe tînin, bingeha polîtîkayeke bi bandor e û destnîşan kir, tinekirina qanûnên di encama têkoşîneke giran de ji bo parastina welatiyan hatin çêkirin, 'xetere' ye. Zeyd got, "Qanûn, tiştên bêqîmet nînin, ku em ji bo armancên xwe yên şexsî û siyasî deynin aliyekî" û li dijî polîtîkayên zordar, dewleta hiqûqê bibîr xist. 'HIN WELATAN ALÎKARÎ DAN KUJERAN, CESARET DAN ÇETEYAN' Zeyd Raad el Huseyîn mînaka Sûriyeyê di vî warî de nîşan da û anî ziman, ji ber ku Beşar Esad guh neda nerazîbûnên li ser binpêkirina mafên mirovan, şerê navxweyî rû da. Di giranbûna şerê Sûriyeyê de El Huseyîn işaret bi rola welatên cîran kir û da zanîn, li şûna qedandina şer û hevkariya ji bo avakirina sîstemê, 'hin welatan' şer sor kirine. Raad El Huseyîn got, "Hin dewletan şer sor kirin, alîkarî dan kujeran, çek û cesaret dan radîkalan." 'DI ENCAMÊ DE DAIŞ Û KOMÊN DIN ÊN TUND, XURT BÛN' Zeyd Raad El Huseyîn bêyî nav bilêv bike, ev dewlet rexne kir û ragihand, ji ber polîtîkayên van dewletan ên li ser Sûriyeyê, DAIŞ û komên çete yên din ên tund xurt bûne. El Hûseyîn anî ziman, di encama vê de komkujiyên mezin rû dan û şerekî nû dest pê kir. Komîserê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî bibîr xist, koça penaberan a ji ber rewşa Sûriye û Iraqê rû da, kapasîteya herêmê û welatên Ewropayê derbas kiriye û destnîşan kir, daxuyanî û nêzîkatiyên rastgiriya tund û nefretê yên li Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, zêde bûne. Zeyd da xuyakirin, ku ev gotinên nefretê êdî di nava jiyana rojane de tên bikaranîn û asayî bûne. REXNEYA LI TIRKIYEYÊ YA JI BER GEFÊN ÎDAMÊ Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Zeyd Raad El Huseyîn di dewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser şerê li Afrîka, Rojhilata Navîn û welatên Asyayê û diyar kir, binpêkirina mafên mirovan rê li ber binpêkirineke bi rêk û pêk a mafê parastina civakan vedike. Zeyd işaret bi nîqaşên li ser îdamê yên dîktatorê Tirk Erdogan xistiye rojevê û got, "Hin dewlet dixwazin cezayê îdamê ji nû ve bînin. Li hin deveran zext li parêzvanên mafên mirovan tê kirin, tên qedexekirin, çalakgerên siyasî û rojnamevanên lêkolîner ên dixwazin rastiyê bibînin an jî mafên mirovan biparêzin tên girtin an jî tên kuştin. Baş e ji bo sererastkirin û başkirina vê rewşê, em çi dikin?" Zeyn Raad El Hûseyîn bi wesîleya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê ew ê kampanya bi navê 'Îro mafê kesekî biparêze' bidin ragihandin û got, "Êdî dem hatiye em bikevin nava tevgerê. Weke gel em dikarin li aliyê mafan cihê xwe bigirin." El Huseyîn bang li civaka sivîl kir, ku xwedî li mafên mirovan derkeve