Di êrîşên xwekujiyê yên Nîjeryayê de 56 kes mirin 2016-12-10 10:23:55 NAVENDA NÛÇEYAN - Hate diyarkirin ku li Nîjeryayê du êrişên xwekujî pêk hatine û di êrîşan de 56 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li gorî nûçeyên REUTERS'ê hat diyarkirin ku li bazara bajarê Madagaliyê ku dikeve bakurê rojhilatê Nîjeryayê 2 êrîşên xwekujiyê pêk hatine û di êrîşê de herî kêm 56 kesan jiyana xwe ji dest dan 57 kes jî birîndar bûn. Yek ji rêveberê Yusuf Mûhammed diyar kir ku di encama êrişan de 56 kes mirine, 57 kes jî birîndar bûne. Çavkaniyên artêşê jî daxuyandin ku êriş bi ewayek koordîne pêk hatine Mîlîtanên Boko Haramê ji sala 2009an vir ve bi taybetî li herêmên bakurê rojhilatê sînorê welatên Nîjer û Çadê êrişan pêk tînin. Artêşa Nîjaryayê di demen dawî de bi operasyonên hevpar ziyanên mezin gihandibûn rêxistinê.