Xirabûna têkiliyan dê kêrê Tirkiyeyê neyê 2017-07-25 12:23:35 NAVENDA NÛEYAN - Dê Wezîrê Karê Derve Çavuşoglu û Wezîrê YE'yê Çelîk li Brukselê bi rayedarên YE'yê re bên gel hev. Nakokiyên di navbera Almanya, Yekitiya Ewropa (YE) û Tirkiyeyê de dewam dike, YE’yê hişyarî kir ku wê nakokî ‘Ne di berjewendiyên Tirkiyeyê de be’. Piştî nakokiyên hefteya bihurî û vir ve bi Almanyayê re dewam kir û şûnde, li hemberî gotûbêj û ‘restên’ beramberî hev ku Yekitiya Ewropayê jî ketiye nav, Komîsyona YE’yê daxuyaniyek da. Ji berprisê firehkirina komîsyonê Komîser Johannes Hahn, hişyarî da ku nakokiyên di navbera Almanya û Tirkiyeyê de dewam dike wê ‘Ne di berjewendiyên Enqerey de’ be. Hahn ê ku ji rojnamevanan re axivî ev tişt got: “Ez di wê firkrê de me ku Tirkiye van hemû sedeman fêm bike û van sedeman ber bi başbûnê ve bibe.” Hahn ev hişyarî da: “Dêvê bandorên van gotûbêjan ên li ser Tirkiyeyê jî neyên jibîrkirin.” Johannes Hahn, têkildarî pêkanînên aboriyê yên Almanya û Tirkiyeyê jî ev nirxandn kir: “Ev wê bi awayekê ziyanê bide civak û aboriya Tirkiyeyê.” Hahn û nûnerê bilind ê berpirsê karê derve yê YE’yê Federîca Mogherînî dê li gel Wezîrê Karê Derve Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Yekitiya Ewropayê Omer Çelîk hevdîtinekî jî pêk bînin.