Di teqîna li Meksikayê de 29 kes mirin 2016-12-21 10:07:29 NAVENDA NÛÇEYAN - Li bazareke bajarê Tulpetec a Meksîkayê di teqîna fîşekên hewayî de 29 kesî jiyana xwe ji dest dan û 60 kes jî birîndar bûn. Li bazareke bajarê Tulpetec a Meksîkayê di teqîna fîşekên hewayî de 29 kesî jiyana xwe ji dest dan û 60 kes jî birîndar bûn. Piştî bûyerê duxana teqînê li hemû bajêr belav bû û facîaya buyerê xuya bû. Bûyera teqîna fîşekên hewayî li bazareke bajarê Tulpetec a nêzî paytextê Mexico City pêk hat. Teqîn li bajarê Tulpetec di bazara fîşekên hewayî ku ji bo Noel û sersalê hatibû vekirin çêbû. Di teqînê de herî kêm 29 kesan jiyana xwe ji dest dan û 60 kes jî birîndar bûn. Serokê Dewleta Meksîkayê Enrique Pena Nieto li ser medya civakî ji bo kesên ku jiyana xwe ji dest dank peyamek weşand sersaxî ji malbatên kuştiyan xwest. Ji birîndaran re jî şîfa xwest.