Balafira Lîbyayê hat revandin 2016-12-23 14:16:19 NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişkaran balafira Lîbyayê ya ku 118 kes têde hene daxistin Maltayê û gefa teqandina balafirê dixwin. Balafira Lîbya ya Tipa Airbus A320 ku 118 rewiyên wê hebûn û aydî Rêyên Hewayî ya Afriqiyahê bû hat revandin. Li gorî nûçeya Reutersê hat diyarkirin ku Balafira Tîpa Airbus A320 ji aliyê korsanên hewayê ve hat revandin. Têkildarî mijarê Serokê Malta daxuyanî da. Serokê Malta Joseph Muscat, di hesabê Twitterê de diyar kir ku balafir ji nava Libya balafir hatiye revandin û balafir daxistine Maltayê. Muscat, anî ziman ku hêzên ewlekariyê ji bo operasyonê dest bi amadekariyê kirine.