Qutiya reş a balafira Rûsyayê hat dîtin 2016-12-27 10:11:49 NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyand ku qutiya reş a balafira leşkerî ya Rûsyayê ku bi 92 rêwiyan ve katibû Deryaya Reş hatiye dîtin. Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyand ku qutiya reş a balafira Tu-154 a ku bi 92 rêwiyan ve kete Deryaya Reş hatiye dîtin. Rayedarên Wezaretê aşkera kir ku qutiya reş a balafirê hezar û 600 metre durî peravê 17 metre binê deryayê de hatiye tespîtkirin û di demeke kin de ji bo bê lêkolînkirin dê bişînin Moskowê. Rayedaran daxuyand ku di 30 metra bin deryayê de jî parçeyên motor û gewdeyê balafirê hatine dîtin. Li gorî rayedarên ku daxuyandin xebatên lêgerînê bi şev jî berdewam dike heta niha ji 92 kesan cenazeyên 12 kesan hatine dîtin.