Li Îrane 5 kes hatin darvekirin 2016-11-17 11:35:57 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê 5 girtiyên kurd ên li Girtîgeha Urmiyeyê ku beriya niha cezayê darvekirinê li wan hatibûn birîn hatin darvekirin. Li Îranê 5 girtiyên kurd ên li Girtîgeha Derya ya Urmiyeyê ku beriya niha ji ber qaçaxçîtiyê dezgeha dadweriya hikûmeta Îranê derbarê wan de biryara darvekirinê dabû, du roj berê hatin bidarvekirin. Girtiyên kurd Kerem Qulîzade, Mehkûm Îjek kurê Kazim, Arif Îsmaîlî, Fayiq Abidî û Cewad Esxerî ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin. Hat diyar kirin ku piştî 5 girtî hatin darvekirin cenazeyê wan radestî malbatên wan hatine kirin.