Li balafirgeheke Amerîkayê êrîşeke çekdarî 2017-01-06 22:02:46 NAVENDA NÛÇEYAN -Li Eyaleta Florîda ya DYA'yê li balafirgehê êrîşek pêk hat. Hat gotin ku, di êrîşa çekdarî de gelek kes birîndar bûne û hat diyarkirin ku, êrîşkar hatiye binçavkirin. Li Eyaleta Florîda ya Amerîkayê li Balafirgeha Navnetewî ya Fort Lauderdale-Hollywoodê êrîşeke çekdarî pêk hat. Li gor îdiayan di êrîşê de 5 kes mirine, 3 kes jî bi giranî birîndar bûne. Her wiha êrîşkar jî hatiye binçavkirin.