Di êrîşa li Afganîstanê de herî kêm 50 kes mirin 2017-01-11 11:59:40 NAVENDA NÛÇEYAN – Li Afganîstanê di êrîşên ku Talîbanê da ser , herî kêm 50 kes mirin. Li Afganîstanê êrîş pêk hat. Herî kêm 50 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li paytexta Afganîstan Kabîlê, hejmara mirovên di du êrîşên dijî avahiya parlamentê de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 30 kesan. Di êrîşan de herî kêm 80 kes jî birîndar bûn. Li aliyê din, li Kandahar û Helmand ên li başûrê welêt, êrîşên bombeyî hatin kirin. Di êrîşa li Kandaharê li dijî mêvanxaniya walîtiyê hat kirin. Di êrîşê de Walî û Sefîrê Bilind ê Emaretên Ereb ên Yekbûyî birîndar bûn. Di êrîşê de 12 kesî jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes jî birîndar bûn. Li Helmandê jî di êrîşa xwe ku jî de 7 kes mirin. Her wiha wesayîteke bombebarkirî jî hat rûxandin. Talîbanê êrîş da ser xwe.