Di şerê navbera çekdarên Hûsî û Artêşa Yemenê de 38 kes mirin 2016-11-19 13:03:06 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Yemenê di navbera çekdarên husî û artêşê de şer derket û li gorî zanyariyên peşî leşker jî di nav de 38 kes hatin kuştin. Li gorî nûçeyên ajansa REUTERSê li Yemenê piştî ku hêzên alîgirên Mansûr Hadî xwestin bajarê Taîzê ku di bin kontrola çekdarên Hûsî de ye kontrol bike, şer rû da. Di şer û pevçûnan de leşker jî di nav de herî kêm 38 kesî jiyana xwe ji dest dan. Li gorî husiyan, ji bo ku moşek li cihê bazarê ketiye herî kêm 40 sivîlî jiyana xwe ji dest dane. Ji aliyê din ve hat ragihandin ku di şer de ku li dora bajarê Taîzê li başûr rojavayê welêt dewam dike û ji hêzên hikûmetê yên girêdayî Serokdewlet Mansûr Hadî herî kêm 14 leşker hatin kuştin. Çavkaniyên artêşê jî dibêjin 24 çekdarên husî hatine kuştin. Wekî din sabanews.net a husiyan ragihand ku yekîneyên alîgirên hikûmetê taxên rojhilatê bajêr topbaran kirine û ji ber moşek li cihê bazarekê ketiye jî 40 kesî jiyana xwe ji dest dane. Rêxistina Bijîşkên Sînornenas (MSF) ku li herêmê xebatan dike ragihand ku di şer de cenazeyên 21 kesî û 76 birîndar birine nexweşxaneyê.