Serokê DYA'yê Trump: Em ê biryara çarenûsa cîhanê bidin 2017-01-20 20:53:59 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê DYA'yê yê nû Donald Trump sond xwar û dest bi peywirê kir. Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump sonda serokatiyê xwar. Trump piştî sondxwarinê axivî û ji ber peywira wî spasiyên Barrack Obama kir. Trump diyar kir ku, ew wek hemû welatiyên DYA'yê perçeyê tabanekî netewî yê mezin in û wiha got: "Em ê ji nû ve welatê xwe bdiein ser hev û em ê biryara çarenûsa cîhanê bidin." Axaftina Trump di merasîma sondxwarinê de wiha ye: "Wek welatiyên DYA'yê em niha perçeyê hewldaneke netewî ya mezin in. Em ê ji nû ve welatê xwe bidin ser hev. Demeke dirêj ji rêveberiya paytextekî pir biçûk fêkiyên xwe berhev kir. Siyasetmedar dewlemen bûn, welatî feqîr bûn. Ya girîng ne ew e ku, kîjan partî hikûmetê kontrol dike. Ya girîng ew e ku, hikûmet ji aliyê gel ve bê kontrolkirin. Êdî guherîn dest pê dike. Dê êdî jin û mêrên welatê me yên jibîrbûyî, neyên jibîrkirin." , Metna sondxwarinê ya Trump wiha ye: "Sond dixwim ku ez ê meqamê serokatiya DYA'yê bi sedeqatî bi rê ve bibim û çi ji destê min bê ez ê ya herî baş bikim, ez ê Qanûna Bingehîn a DYA'yê muhafize bikim û biparêzim."