NY bertek nîşanî ‘pêşnûmeya îstîsmara zayendî’ da 2016-11-20 09:47:09 NAVEMDA NÛÇEYAN - Neteweyên yekbûyî, bi gotinên “Divê TBMM ji bo zarokên li Tirkiyeyê bên parastin tişta ji destê wê bike” û bertek nîşanî “pêşnûmeya îstîsmara zayendî” ya ku hikûmet dixwaze bixe meriyetê da. Bertekên di jî “pêşnûmeya îstîsmara zayendî” ya ku AKP dixwaze bixe meriyetê zêde dibin û bertekek jî ji Neteweyên Yekbûyî (NY) hat. Di daxuyaniya ji aliyê Berdevkê Çapemeniyê yê Bûdçeya Alîkariyê ya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) Christophe Boulierac ve hat dayîn de ev tişt hatin gotin: “Hemû cûreyên şîdetê yên li ser zarokan tên meşandin sûcin, divê bên cezakirin. Di hemû biryarên ku tên girtin de divê berjewendiyên zarokan têde hebin.” Christophe Boulierac, da zanîn ku UNICEF, ji ber vê qanûna ku sûcdaran diparêze bifikare û wiha axivî: “Em bang li hemû endamên Meclîsa Gel a Mezin a Tirkiyeyê dikin ku ji bo zarokên li Tirkiyeyê bên parastin tişta ji destê wan tê bikin.”