Li Yemenê di rojekê de 70 kes mirin 2017-01-23 10:24:39 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Yemenê, di navbera yekîneyên leşkerî yên Koalîsyona Ereb piştgiriya wan dikin û serhildêrên Hûsî yên Şîa de şerek derket. Di 24 saetan de 70 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî nûçeyên medya cîhana rojava, ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên nexweşxane û ewlekariyê, ji milîsên Hûsî û hêzên piştgiriya wan dikin, 52 kes mirin e. Hat diyarkirin ku, ev kuştiyên eniya Hûsî li herêma Moka ya li peravê Derya Sor, di şer û bomberdûmana Koalîsyona Ereb a bi pêşengiya Erebîstana Siûdî de, rû daye. Di şer de ji hêzên hikûmetê jî 14 kes mirin. Hêzên hikûmetê radigihîne, ku di operasyona herêma Dûbahê de, ku bi desteka hêzên hewayî û deryayî ve di 7'ê Çileyê de dest pê kir, zêdeyî 150 şervan hatine kuştin. Herêma Dûbah a li başûrrojavayê welêt e, bi qasî 30 kîlometreyan dûrî geliyê Bab-ul Mendeb e, ku ev der Derya Sor û Okyanûsa Hîntê ji hev qut dike. Li Yemenê ji Adara 2015'an û vir ve li gorî Neteweyên Yekbûyî 10 hezar sivîlî jiyana xwe ji dest dane. Koalîsyona Ereb tê sûcdarkirin ku gelek caran cihê sivîlan bombe dike, çekê qedexe bi kar tîne û sûcê şer dike