Rûsya: Divê kurd jî di civîna Cenevre de hebin 2017-01-27 14:55:59 NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova, diyar kir ku Rûsya girîngiyê bi hebûna kurdan dibîne û divê kurd di civîna Cenevê de hebin. Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova li Moskowê civîna rojnamevanî ya heftane pêk anî. Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova, têkildarî hebûna kurdan û civîna Cenevreyê got: "Helwesta Rûsya ya têkildarî vexwendina kurdan a ji bo niqaşan tê zanîn. Em pêwîst dibînin, ku kurd beşdarî niqaşan bibin. Birêz Stefan De Mîstûra û Neteweyên Yekbûyî aliyên beşdarên cîvîna Cenev 4'ê diyar dikin. Ew bi vê civînê ve mijûl in. Divê vê pirsê ji Nûnerê Teybetî yê NY li Sûriyê bikin.” Zaxarova behsa mijara civîna Astanayê kir û wiha got: "Di vê civînê de pêşniyar hatibû kirin da ku mafê otonomiyê bidin kurdan. Em pêşniyar nakin, tenê pirgirêkan diyar dikin. Derbarê destûra Sûriyê de me çarçoveyek daniye. Lê çawaniya rêvebirina Sûriyê û avakirina welatên wan bi pêkhateyên Sûriyê ve girêdayî ye.