Dadgeha Federal qedexeya vîzeya Trump da rawestandin 2017-01-29 11:12:21 NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Federal a New Yorkê biryarnameya qedexeya ketina welatiyên Sûriye, Sudan, Iraq, Îran, Lîbya û Yemen a Amerîkayê ya Serokê DYE’yê Donald Trump ji bo demekê rawestand. Dadgeha Federal a New Yorkê biryarnameya qedexeya ketina welatiyên Sûriye, Sudan, Iraq, Îran, Lîbya û Yemen a Amerîkayê ya Serokê DYE’yê Donald Trump ku rojan Înê bi rayeya serokatiya taybet derxist ji bo demekê rawestand. Piştî destûr ne hat dayîn k udu welatiyên Iraqê ku vîzeya wan a Emerîkayê heye jî ji Balefirgeha New York JFK bikevin welat, doza ku ji aliyê Yeketiya Azadiya Sivîlan a Emerîkayê (The American Civil Liberties Union-ACLU) hat vekirin bi encam bû. Dadgerê Dadgeha Federal a New Yorkê Ann Donnelly, bi hinceta ger kesên ku vîzeya wan a qanûnî heye û nikarin bikevin welat dê zirarên ku nayên derbas kirin dervevin holê û biryar da ku welatiyên ku astengî danîne pêşiya welatên wan dikarin ji bo demekê bikevin DYE’yê û li wir bimînin. ACLU, da zanîn ku ji ber biryarnameya Trump a ku li dijî nirxên avakirin û hebûna DYE’yê ne li deriye sînoran 100-200 kes hatine binçavkirin.