Dewletan Serokê Emerîqa Trumb şermezar kirin 2017-01-29 18:38:56 NAVENDA NÛÇEYAN - Welatên Îran, Fransa û Kanada Biryarnameya Serokê Emerîqa ya hatina welatiyên 7 dewletan qedexe dike şermezar kirin û diyar kirin ku ew jî dê destûr nedin ku welatiyên Emerîqa têkeve welatê wan. Dadgeha Federal a New Yorkê biryarnameya qedexeya ketina welatiyên Sûriye, Sudan, Iraq, Îran, Lîbya û Yemen a Amerîkayê ya Serokê DYE’yê Donald Trump ku rojan Înê bi rayeya serokatiya taybet derxist, ji bo demekê rawestand. Piştî destûr nehat dayîn ku du welatiyên Iraqê ku vîzeya wan a Emerîkayê heye jî ji Balefirgeha New York JFK bikevin welat, doza ku ji aliyê Yeketiya Azadiya Sivîlan a Emerîkayê (The American Civil Liberties Union-ACLU) hat vekirin bi encam bû. Dadgerê Dadgeha Federal a New Yorkê Ann Donnelly, bi hinceta ger kesên ku vîzeya wan a qanûnî heye û nikarin bikevin welat dê zirarên ku nayên derbas kirin derkevin holê û biryar da ku welatiyên ku astengî danîne pêşiya welatên wan dikarin ji bo demekê bikevin DYE’yê û li wir bimînin. ACLU, destnîşan kir ku ji ber biryarnameya Trump a ku li dijî nirxên avakirin û hebûna DYE’yê ne li deriye sînoran 100-200 kes hatine binçavkirin. Li aliyê di ji roja Şemiyê heta niha çûna 170 kesan ji welatên navborî bo Amerîkayê hatiye astengkirin. ÎRAN Û FIRANSA BERTEK NÎŞAN DAN Dewletên ketina welatiyên wan hatin qedexekirin bertekên xwe anîn ziman Dewleta Îranê bersiveke hişk da biryara hikûmeta Amerîkayê. Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê di derbarê helwestên Serokê Amerikayê Trump de daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku ev biryara ku hikûmeta Amerîkayê heqareteke ji bo gelê Îranê û cîhana îslamî. Wezaretê da zanîn ku heta Amerîka vê biryara xwe betal neke emê jî nehêlin welatiyên Amerîkî bikevin Îranê. Dewleta Fransayê jî bertek nîşan da. Serokomarê Fransayê Françoîs Hollande di daxuyaniya xwe de wiha got: "Divê Ewrûpa bersiveke xurt bide Trump. Divê em bersiveke xurt bidin wî. Niha civaka navnetewî, jê hinekî ditisrin. Ewrûpa ji bo garantiya nirxên xwe yên demokrasiyê divê hêj bi hêztir be û di nava yekitiyek mezin de be." 'BILA KETINA Trump A ÎNGÎLÎSTANÊ BÊ QEDEXEKIRIN' Serokê Partiya karker ya Îngîlîstanê Jeremy Corbyn jî bi tundî helwestên Trump rexne kir û daxwaz ji Îngîlîstanê kir ku ketina Serokê Amerikayê Donald Trump ya Îngilîstanê bê astengkirin. Corbyn, da zanîn ku ger biryarake bi vê rengî bê girtin dê ji bo Trumpê ku 7 welatiyên misliman asteng dike bersiveke baş be. Serokwezîrê Kanadayê Jûstîn Trûdeaû jî li hemberî biryara Serokê DYA Donald Trûmp a li dijî hatina penaberan, da xuyakirin ku ew amade ne mexdûrên şer li welatê xwe vehewînin. Trûdeaû bi rêya twîtterê daxuyaniyek weşand û diyar kir, ku hemû penaberên ji ber şer, hevrikiya siyasî û êrîşên terorîstî reviyane, 'bêyî cihêkariyê bixin navbera baweriyan' amade, wê ji aliyê gelê Kanadayê ve bên hewandin.