Daxwazên siyasetmedarên Alman a ji Merkelê 2017-02-02 11:58:47 BERLÎN - Siyasetmedarên Alman ji Serokwezîra Alman Angela Merkel xwest ku di ziyareta li Enqereyê de mijarên demokrasî, dewleta hiqûq û mafên mirovan ên li Tirkiye bîne rojevê. Siyasetmedarên Alman, ji Serokwezîra Alman Angela Merkel xwest ku di ziyareta li Enqereyêde mijarên demokrasî, mafên mirovan û dewleta hiqûqê yên Tirkiye bînin rojevê. Sekreteryaya Giştî ya Partiya Sosyal Demokrat (SPD) Katarina Barley, Neue Osnabrucker Zeitung demeçek da û xwest Serokwezîr Merkel li hemberî Tayyip Erdogan bi awayekî şaş û tirsnak raneweste. Barley, ji Merkel xwest ku helwesta xwe ya li dijî kesên bêsûc hatine girtin diyar bike û çalak tev bigere. Barley, da zanîn ku Tirkiye di riya diktatoriyê de pêş dikeve û wiha got: "Li Tirkiye rojnameger, parezer û hemû kesên muxalif bi awayekî girseyî tên girtin. Di nava kesên hatin girtin parlamenterên HDP'ê yên partiya bira ya Sosyal Demokratan jî heye." Barley, da zanîn ku kesên hatin girtin ne terorîst in û hemû siyasetmedar in û xebatên siyasi dimeşînin û wiha berdewam kir: "Erdogan demokrasî xistiye hepsê. Em nikarin li hemberî vê rewşê bêdeng bimînin û çavên xwe bigirin." Hevserokê Partiya Yeşiller Cem Ozdemir daxuyanî da rojnameya Passauer Neuen Presse xwest Merkel li hemberî mijarê dramatik ên Tirkiye bêdeng nemînin. Dîyaloga Serokwezîr Merkel a bi Tirkiye re asayî ye." Serokê Koma Partiya Çep a Alman Sahra Wagenknecht daxuyani da Rojnameya Rheinische Post diyar kir ku beriya hilbijartina referandumê çûna Markel a Enqereyê piştgiriya Serokomar Tayyip Erdogan e. Berdevkê Hikûmeta Federal Steffen Seibert xwest Merkel di ziyartea Erdogan de mafên bingehîn yên mirovan bîne rojevê