Serokomarê nû yê Bulgaristanê diyar bû 2016-11-14 09:01:01 SOFYA- Li Bulgaristanê li gorî encamên hilbijartinê yên ne fermî namzetê BSP'ê Rumen Radev wekî serokomar hat hilbijartin. Li Bulgaristanê encamên hilbijartinê diyan bû. Namzetê Partiya Sosyalîst a Bulgaristanê (BSP) Rumen Radev ê fermandarê teqawît ê berê yê Hêzên Hewayî ye ji sedî 58.1 deng wergirt û bû serokomarê nû. Hate hînbûn ku alîkarê Rudev jî parlamenterê BSP'ê yê Parlamentoya Ewropayê Îlina Yotova be. Endamê din ê serokomariyê Serokê Parlamentoyê Tzetzka Tzaçeva jî ji sedî 35.3 deng girt.