Serokê PE'yê: Heke darvekirin bê hevdîtin dê bi dawî bibe 2016-11-14 09:05:06 NAVENDA NÛÇEYAN- Serokê Parlamentoya Ewropayê Martin Schulz têkîldarî li Tirkiyeyê ji nû ve anîna cezaya darvekirinê bê ev dê bê wateya derbaskirina xeta sor û ev dê bibe sedem ku hevdîtinên endamtiyê bi dawî bibe. Serokê Parlamentoya Ewropayê (PE) Martin têkîldarî nîqaşên ku li Tirkiyeyê dê cezaya darvekirinê û geşedanên dawî ji rojnameyekî re nirxand. Schulz der barê mijarê de nirxandina "Heke li Tirkiyeyê cezaya darvekirinê ji nû ve bê wê demê dê hevdîtinên endamtiyê bi dawî bibin. Schulz destnîşan kir ku cezaya darvekirinê ji bo hevdîtinên endamtiyê xeta wan a sor e ew hêvîdar e ku ev yek neyê kirin. Scuhlz got ku heke li Tirkiyeyê rewşa heyî bidome dê wekî PE hin mueyîdeyên aboriyê û hin tedbîran mecbûr bimînin ku bifikirin.