Hevdîtinên ji bo Kibrisê bê encam man 2016-11-22 09:08:14 NAVENDA NÛÇEYAN- Ji bo çareseriya pirsgirêka Kibrisê hevdîtinên ku bi çavdêriya NY'ê hatibû destpêkirin bê encam man. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kibrisê hevdîtinên ku bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) li navçeya Mont Pelerin a Swisreyê roja yekşemê hatibû destpêkirin bê encam man. Serokên aliyan vedigerin giravê. Têkîldarî mijarê Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Aleem Siddique di daxuyaniya ku da de wiha got: "Ligel ku aliyan tiştên ji destên wan hat kirin jî di hevdîtan de sererastkirinên ji bo mulkên ereziyan a dê riya merhayaleya dawî veke pêk nehat. Herdu alî jî biryara vegera Kibrisê dan." Serkomarê Komara Tirk a Kibrisê Mustafa Akinci û Serokomarê Kibrisa Başûr Nicos Anastasiades ji bo yekîtiya Kibrisê mehek e hevdîtin pêk dianîn.