Çivîkan jî koç kir 2017-02-26 09:04:19 WAN - Gola Erçekê ya wek "Bihuşta Çivîkan" tê binavkirin piştî qeşa girt, 300 cure çivîkên êdî êm nedidîtin ji neçarî koç kirin. Gola Erçekê ya di navbera Wan û navçeya Qelqeliyê de ye, piştî 30 salan ji ber sar û seqemiyeke zêde qeşa girt. Piştî gola qeşa girt, 300 cure çivîkên li hewzeyê êdî nikaribûn êm peyde bikin ji neçarî koç kirin. Li gola ku wek "Bihuşta Çivîkan" tê binavkirin, niha tenê tor û kelekên masîvanên debara xwe bi masiyan dikin li ser in. ‘20 ROJ E ÇAVÊ ME BI ÇIVÎKAN NEKETIYE' Saim Avci yê li parka li kêleka golê peywirdar e, diyar kir ku herî dawî 30 sal berê gol qeşa girtibû û wiha got: "Îsal ji ber hewa zaf sar bû, ev 20 roj e gol qeşa girtiye. Îsal zaf sar e, her der qeşa girtiye. Bi qeşagirtina golê re, çivîk jî neçar man koç bikin. Hema bêje ev 20 roj e, li vir çavê me bi çivîkan nakeve." TOR DI GOLÊ DE MAN Emir Uygar ê li golê masîvaniyê dike jî wiha axivî: "Me torên xwe avêtibûn golê, sibehekê dema em hişyar bûn me dît ku gol qeşa girtiye. Ji ber vê torên me jî di golê de man. Em rastî zehmetiyan tên. Kelekê me jî li ser golê qeşa girtine. Li hemberî vê rewşê em bê tevdîr man. Heke hayê me berê ji rewşê çêbibûna, me yê karibûna torên xwe derxistanan. Heke hinekî din jî torên me wisa bimînin, dê hemû deforme bibin."