‘Talankirina xwezayê têrî gotina 'Na'yê dike' 2017-03-10 09:10:41 MÛGLA - Ekolojîstan diyar kir ku karna ekolojiyê ya 15 salên îktîdara AK Partiyê zaf lawaz e û gotin, ew ê li dijî talankirina xwezayê di referandûmê de bibêjin "Na". Endama Meclîsa Ekolojiyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Beyza Ustun, diyar kir ku guherandina Qanûna Bingehîn ji bo ekosîstemê tu tiştî îfade nake û got, heke dîktatoriya yek zilamî bê îlankirin dê qetlîama daristan, çem, behr û qadên çandiniyê zêdetir bibe. ‘DÊ BI YEKZILAMÎ RE TEXRÎBATA XWEZAYÊ ZÊDE BIBE' Ustin, diyar kir ku kesên li dijî qirêjkirina çavkaniyên avê, axê, behr û çeman derdikevin, îktîdara AK Partiyê wan wek marjînal îlan dike û got, îktîdar li her deverên welat rê li ber qetlîamên xwezayê vedike. Ustun, anî ziman ku li Behra Reş xweza bi destê şîrketan tê tunekirin, li bajarê kurdan jî rasterast bajêr bi destên dewletê serobino tên kirin û wiha got: "Li Sûlûkûleyê çawa ku mirov ji malên wan derxistin û li şûna wan malan rezaîdans û oetlên mzin hatin çêkirin, bi heman awayî li Cizîr, Sûr û Nisêbînê ji gel qetilkirin, bi raçînga dîrokî ya malên wan lîstin û ew terkî şîrketên înşeatan hatin kirin. Dê ev bi rejîma yekzilamî re zêdetir bibe." ‘EM Ê JI QETILKIRINA XWEZAYÊ RE BIBÊJIN 'NA'' Ustun, anî ziman ku AK Partî sermayeyê daye paş xwe û bi bikaranîna hemû amûrên faşîzmê dixwaze li îktîdarê bimîne û got, dema mirov li 15 salên dawî yên Tirkiyeyê dinihêre ji bo qadên veberhênaniyê yên nû xweza hatiye hilbijartin. Ustun, dest nîşan kir ku dê gelên Tirkiyeyê ji talanê re bibêje na û got, dê bi piştevaniyê ev pergal ji holê bê rakirin. Ustun, di referandûmê de ji bo gotina "Na"yê talankirina çem, robar, çiya û daristanan têr dike. ‘KARNEYA AKP'Ê YA EKOLOJIYÊ QELS E' Aktivîsta Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê (MEH) Guner Yalniç, anî ziman ku li Behra Reş, Behra Spî û Egeyê texrîbata ekolojiyê bi destê şîrketan tê kirin, lê li bajarên kurdan jî bi rêbaza şerê taybet a dewletê ev tê kirin. Yalniş, diyar kir ku ji 5 bendavên ewleyiyê yên bi polîtîkayên şerê taybet tên çêkirin yek jê jî Bendava Ilisûyê ye û got, mebest ji vê bênasnameyîbûna gelekî ye. Yalniş, bi bîr xist ku Sûra Amedê di Lîsteya Mîrateyên Cîhanê ya UNESCO'yê de cih digire û wiha got: "Lê Sûr bi polîtîkayên rûxandinê hat serobinokirin." Yalniç, dest nîşan kir ku karneya ekolojiyê ya 15 slaên îktîdara AK Partiyê zaf qels e û got, ji bo mirov li gel xwezayê bijîn û ji bo jiyaneke ekolojîk ew ê di referandûmê de bibêje "Na". ‘LI DIJÎ HES Û RES'Ê 'NA'' Serokê Avakarê ê Platforma Biratiya Çeman a Behra Reş Parêzer Remzî Kazmaz jî diyar kir ku, heke di referandûmê de "erê" derkeve dê îktîdar bi awayekî giran êrîşî hemû tevgerên hawirdorê bike û got, niha astengiya herî mezin a li pêşberî hikûmetê hawirdorparêz in. Kazma wiha sedemên xwe yên "Na"yê vegotin: "Li geliyekî du sê HES'an çêdikin. Em dibêjin nabe, lê ruxsatan didin alîgirên xwe û li wî çemî heta hemû av bê zuhakirin RES'an çêdikin. Li be rpozên me RES'an ava dikin û ev dibe cihê talûkeyeke mezin. Em baş dizanin, dê ev bi yekzilamî re zêdetir bibin. Dê lig or dilê xwe hawirdorê etxrîb bike, dê hemû hikmên li leha me ji holê rabike. Ji ber em ji hawirdorê, ji xwezayê, ji welat hez dikin dibêjin 'Na'. Her wiha dibê hemû hawirdor jî bibêjin 'Na'."