Dest nede baxçeyê Hewselê 2017-03-17 14:49:55 AMED - Hevparên Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê têkildarî wêrankirina Geliye Dicle û baxçeyê Hevselê daxuyanî da. Meclîsê di daxuyaniyê de xwest dest nedin warên dîrokî û ekolojîk hişyar kir kirin. Komeleya Ekolojiyê ya Amedê, tevî hevparên Platforma Şaxan a KESK'ê, Odeya Mîmaran, Odeya Plansazên Bajar a Amedê û Odeya Endezyarên Înşaetê têkildarî Geliyê Dîcle û Baxçeyê Heswesê li salona konferansê ya Odeya Mimaran daxuyanî dan. Di pêşengiya Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê de civîn pêk hat. Di daxuyaniye de kesên di komkujiya Helepçe de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîr anîn. Piştre li dijî talankirina Geliyê Dicle û Baxçeyê Heswelê daxuyaniya hevpar dan. Li ser navê meclîsê endama Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê Feyziye Sumer daxuyanî da û xwest kes dest nedin baxçeyê Hevselê. Sumer di daxuyaniya bi ser navê “Dest nede Baxçeyê Hevselê " wiha gt: "Baxçeyê Hevserê 7 hezar salin perçeyekî jiyana gelê Amedê ye. Bajarê Amedê li ser Baxçeyê Hevselê û Geliyê Dîcleyê ava bûye û geş bûye. Ruh û jiyana bajarê Amedê ye. Hikûmet bi hinceta OHAL'ê Baxçeyê Hevselê ji îmarê re vedike. Çawa ku Taksim Ruhê Stenbolê yê berxwedanê temsîl dike di hedefa hikûmetê de ye, Baxçeyê Hewselê jî wisa ye. Hevsel jî ruh û nasnameya Amedê ye. Ji ber vê yekê AKP talan dike û tune dike. Nêzî 10 salin li ser vê qadê planan amade dike. Di serdema Rektoriya Zanîngeha Dîcleyê Ayşegul Jale Saraç de bi fermana Rektor bi hezaran darên Baxçeyên Hevselê hatin birîn. Divê hemû hêzên Amedê li dijî vê talankirin û wêrankirinê dengê xwe bilind bikni û destûr nedin talankirinê." Sumer, anî ziman ku dixwazin di bin betonê de bifetisînin û wiha got: "Ji ber rantê dixwazin bajar û xwezayê tune bikin. Ev plana hişmendiya darbekaran e. Wezareta Derdor û Bajarvaniyê ji bo Geliyê Dîcle wekî “Qada Projeya Taybet" îlan kir. Qad ne tenê baxçeyên bin Sûrê ne. Ji qada geliyê Ben û Sen dest pê dike û heta qada pira Silvanê didome. Bi vê projeyê dixwazin li diji navçeya Sûre polîtîkayên xwe têxin meriyetê. " Sumer, hikûmet hişyar kir û xwest hikûmet dest ji vê proje û planê berde û wiha got: "Di geliyê Dîcleyê de 184 cureyên zindiyan dijîn. Bi vê projeyê dê hemû nebat û zindiyên endamîk tune bibin. Baxçeyê Hevselê di heman demê de ji laiyê UNESCO ve hatiye parastin û wekî mîrateya cihanê hatiye qebûlkirin. Ev proje di heman demê de li dijî pîvanên UNESCO ye jî. " Berdevkê Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê Nejdet Sezgin jî anî ziman ku divê baxçeyê Hevsel, Geliyê Dîcle û Sûr perçe perçe neyê destgirtin û hemû bi hevre bê destgirtin. Sezgîn anî zimn ku kolanên Sûrê ku 40 salin lê mezin bûne û lê dimeşin tev ser û bin bûn û wiha got: "Hişmendiya kolan û taxên Sûrê xera kirin, armanc dikin ku Baxçeyê Hevselê jî tune bikin. Astengkirina vê yekê pêkan e. Em bang li hemû xwezaparêz û parazvanên derdorê dikin ku li dijî vê talankirinê hestiyar tev bigerin û destûr nedin talankirinê."