'Bodrum dibe goristana RES'an' 2017-03-20 09:06:39 MUGLA - Li Navçeya Bodrumê tevî 5’emîn Daireya Şêwîra Dewletê biryara rawestandinê daye jî dîsa li herêma Geriş li ser qada 15 kilometre Santralên Ba (RES) tên avakirin. Serokê Xwebiratiya Çeman Remzi Kazmaz, diyar kir ku çar hawirê Bodrumê dikin Goristana RES'an. Li herêma Gerîş a navçeya Badrûmê ya Muglayê, tevî ku heyeta 5'emin Daîreya Şewira Dewletê biryar girtiye ku xebat bên rawestandin jî dîsa Şîrketa Hilberîna Ceyran û Ba li ser 15 kilometre zevî Sentrala Ba (RES) ava dike. Şîrket li herêmê bi hêza 11.2 MW 13 Turbînên Ba û Santralên Enerjiya Ba (RES) ava dike. Serokê Xwebiratiya Çeman Remzi Kazmaz, diyar kir ku çar hawirê Bodrumê dikin Goristana RES'an. Kazmaz, anî ziman ku di îlona 2014'an de projeya RES'ê hat destpêkirin û piştî nerazîbûnan 5’emîn Daîreya Şûreya Dewletê biryara rawestandina xebatan da. Kazmaz, anî ziman ku ligel biryara dadgehê 2.5 salin xebatên RES'ê berdewam dike û xwest demek berî demekê ev xebatên li Bodrumê bên rawestandin. Kazmaz, anî ziman ku qada ku RES lê tê avakirin qada SÎT'ê ya xwezayî ye û wiha got: "Niha li herêmê Qada SÎT'ê ya Xwezayî a asta 3’emîn maye. Li ser girê Kizwanan turbînê T2 RES tên avakirin. Di qada navbera girê Çekmek û Delikkaya de pi rojhilatê RES'a Hêjmar 4 Mala Çiftlîkê ya ji serdema Romayan maye heye. Dixazin ji bo van RES'an rê çêkin û ger ku ev rê bê çêkirin ev warê dîrokî dê zerar bibîne. Dîsa RES zerarê dide qadên SÎT'ê jî. " Kazmaz, destnîşan kir ku ji bo rê biçe qadên RES'ê daristan tê talankirin û xweza tê wêrankirin û wiha got: "Ji bo çêkirina rê û qaden RES'ê xweza û qadên SÎT'ê zerarek mezin dibînin. Çavkaniyên serdema antîk ên bi navê Leleger zerar dibînn. Tumlusên Kevir tev zerar dibînin. Gorên kevir zerar dibînin. Li qada Aşên Herêmî yên Antîk tev zerar dibînin û dîrok û çand tune dibe. JI BO RANTÊ XWEZA Û DîROK WÊRAN DIBE Kazmaz, bi lêv kir ku RES'ên li herêma Gerişê tên avakirin dîrok û xwezayê wêran dike û wiha got: "Di çarçoveya projeyê de 13 turbîn tên avakirin. Niha ji bo 100 turbinan erd tê kolandin. Temenê RES’an 20 salin. Ji bo rê li pêş rantê vekin cih didin rapora ÇED'ê. 10 milyon metre kare dikin malê cemaweriyê. Milyon metre kare bikar tînin û 9 milyon metre kare qada din jî ji bo rantê bikar tînin. Li vir deriyê Rantê tê vekirin. Li çar aliyên Bodrumê RES'ê ava dikin. Derdora Bodrumê dikin goristana RES'an. Li gel Daîreya Şêwira Dewletê biryara rawestandinê daye jî dîsa xebat berdewam dikin. "