Av dibe meta hemû giyanewer bêpar dimînin 2017-03-21 07:33:30 ENQERE - Nêrîna hevpar a pisyoran ew e ku di demeke nêz de av dê gelek kêm bibe. Gaye Yilmaz a ku bi mijarê re eleqedar e wiha got: "Di sîtema kapîtalîst de parastina avê nepêkan e." Piştî ku Neteweyên Yekbûyî (NY) di 1993'yan de biryar girt 22'yê Adarê wekî "Roja Avê ya Cihanê" tê pêşwazîkirin. Li cihanê pêdiviya ava paqij a ku her diçe kêm dibe û tesarufa avê îro jî di rojevê de ye. Di Roja Avê ya Cihanê de wekî her carê teserufa bikaranîna avê tê pêşniyarkirin. Zanyarên ku bi awayeke rexnedar li vî mijarê dinêrin dibêjin ku sedema esasî ya tunebûna avê di sîstema kapîtalîst de bikaranîna avê û bendavên ku wekî navendên hilberîna enerjiyê tên dîtin e. Wİsa ku li gorî daneyên Konferansa Pêşveçûn û Bazirganiyê ya NY'yê (UNCTAD) di 1960'an de li welatên OECD'ê ava ku dihat xerckirin ji sedî 12 tenê aydî endustriyê bû. Ev di salên 2000'an de derket ji sedî 59'an. Aktîvîsta hawirdorê Gaye Yilmaz a ku bi nasnameya xwe ya aborinasiyê ve jî tê naskirin di Roja Avê ya Cihanê de bal kişand li ser metabûna avê. Yilmaz di 2013'an de bi navê "Metabûna Avê: Ma Sedema kêmbûnê dibe çareya kêmbûnê?" pirtûkek jî nivîsand. Yilmaz a ku ji dîhaberê re axivî diyar kir ku metabûna avê, encamên cuda derdixe holê. Yilmaz destnîşah kir ku bêyî xwarinê mirov dikare bijî lê bêav demeke kin tê jiyankirin. Yilmaz wiha berdewam kir: "Dema ku em dibêjin metabûna avê em tenê qala ava ku li marketan tê firotin nakin em qala ava ku li malên ke bi buhayê piyaseyê tê firot jî dibêjin. Ji ber vê yekê marketên ku hêza wan têrê nake dikarin ji marketê avê nekirin lê ava li malê neyê bikaranînin qet dibe?" Yilmaz destînaşn kir ku bi "metabûna avê" re tişta ku tê qestkirin yekî din jî çavkaniyên avê dayîna şîrketan e û wiha berdewam kir: "Ev ji bo mirovan tenê na ji bo hemû giwaneyerên ku li van çavkaniyên avan dijîn bêparmayîneke. Dîsa metabûna avê ji ber ku pêşiya çandiniyê jî digire ji çolteran ber bi bajaran koçberî jî zêde dibe, li bajaran betalî zêde dibe dîsa bi zêdebûna çandiniye endustriyê ve xwarin jî bi temamê dikevin bin rîskê." 'GER KU AV NEBE META KESEK ZÊDETIRÎ PÊDIVIYA XWE BI KAR NAYNE' Yilmaz anî ziman ku di roja îroyîn de nîqaşên wekî "ger bedela wî tuneye mirov tê avê gelek xerc bikin" nerast e û wiha axivî: "Firotina çavkaniyên xwezayê ne tesarufê, destbelaviyê zêde dike. Li aliyeke cihanê birçîbûn zêde ye lê li aliyê din ê cihanê jî tiştên ku zêde tên hilberandin davêjin çopan. Girava Kulîlkan a li bajarê Porto Allege ya Brezîlyayê, girava ku çp tê avêtin e û çopên li vir firotine çewlîkekê berazan. Ewil beraz xwe digihînin van çopan. Lê piştî ku beraz têr dixwin û ji wir diçin ji bo mirovan destur tê dayîn. Av pêdiviyeke ewqas bingehîn e ku nekin meta kesek pêdiviya xwe zêdetir bikar nayne." 'FIROTINA AVÊ BÊTIR AVÊ BÊ QÎMET DIKE Yilmaz, destnîşan kir ku firotina avê qîmeta avê bêtir kêm dike û dibe sedem ku av bêtir bê li cihê vala bê xerçkirin û wiha got: "Sermaye ji bo bêtir avê bifiroşe qîmeta avê kêm dike li ser kanî û şebekeyên avê şîrketan ava dikin. Bi rêya tesîsan bêtir avê difroşin. Divê dijberî vê yekê kes avê ji şîrket û tesîsan nekirin. Firotina avê li dijî tebiatê ye. 'ŞÎRKETÊN AVÊ DIFIROŞIN JI BO BERJEWENDIYAN BI HEV DIKEVIN' Yilmaz, anî zimn ku av çavkaniyek xwezayî ye û hilberîna wê nayê kirin. Tenê di hilberînê de keda mirov heye. Bêyî kedê tiştek nabe. Hemû sektorên endustriyê berpirsiyarê bazirganiya avê ne û hemû sektoran eleqeder dike. Ji ber avê dikin wekî kaniya bazirganiyê li ser avê bi hev dikevin. Minaka vê yekê şîrketên ava şûşeyan zerarê dide berjewendiyên santralên hîndoelektirîkê (HES). HES ji bo bi hêza avê ceyranê hilberîne pêdivî bi herikîna şid a avê heye. Lê ji ber ku li ser heman avê şîrketên avê tên avakirin, hêz û şida avê kêm dikin. Ev yek dibe sedema pevçûna şîrketên avê û HES'ê. Li ser vê mijarê spotên cemaweriyê di televîzyonan de têne weşandin. Ev spar ango hişyarî wekî başî tên xuyakirin. Lê dijberî paşiyê zerarê didin avê. Ji ber ku herî zêde dewlet piştiriyê dide sermayedaran. Dewleta tirk dema mijar dibe av, herî zêde piştiriyê dide sektorên HES'ê. Bi vî rengî piştgiriyê dide şîrketên avê û santralan." 'BI PERGALA KAPîTALîST NE PÊKAN E AV BÊ PARASTIN' Yilmaz, da zanîn ku bi pergala kapîtalîst ne pêkan e av bê parastin û wiha berdewam kir: "Ji ber ku pergala Kapitalist ne li gorî pêdiviyê avê diparêze. Li gorî berjewendiya xwe avê diparêze. Di salên 1950’an de bi "Şoreşa kesk" ax û ava zikê erdê jahr kirin. Ax hişk û şor kirin. Welatên piştgirî dan pêşketina sanayê jî ava zikê erdê zuha kirin. Lê di navbera ava zikê erdê û ruyê erdê de hevsengiyek simbiyotik heye. Hev temam dikin. Aliyek kêm bibe aliyê din jî kêm dibe. Dema av zêde tê bikar anîn ava jêr nezla wê dadikeve jêr." PIRSGIRÊKA AVÊ Û ÇÎNÊ BI HEV GIRÊDAYÎ YE Yilmaz, da zanîn ku pirsgirêka ku av wekî mal û bazirganiyê tê bikar anîn ewe ku li Tirkiye tenê wekî pirsgirêka komekê tê dîtin û wiha berdewam kir: "Ev pirsgirêka çîni ye. Divê hêzên demokratîk wekî têkoşîna jinê divê tekoşîna ekolojiyê jî biparêzin û pêş bixin. Ji ber ku kesên sermayedar ekolojiyê naparêzin. Tekoşîna jinê jî û têkoşîna ekolojiyê jî xweser in. Lê erdu jî bi kapîtalîzmê ve girêdayî ne. Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî ya 2006'an a Pêşketina Mirovî 1.1 milyar mirov têr xwe nagînê avê. Girêdana xwe negîhandina avê û xizaniyê bi hevve girêdayî ye. Kesê nikare xwe bigine ava paqij ji 2 kesan yek rojê bi 2 dolaran û ji 3 kesan yek jî rojê bi 1 dolarê dijîn. Zêdeyî 660 milyon mirovan rojê di bin 2 dolaran re hatina wan heye. Zêdeyî 385 milyon mirov jî rojê hatina wan di bin dolarekê re ye. Di cîhanê de ji sedî 2,5 ava şêrîn e. Ji sedî 1 jî di destên rezerveyên avê de ne. Daxwaza avê dê heta 2020'an ji sedî 40 zêde bibe. Dê di sala 2030'an de ji sedî 40 mirov dê pirsgirêka avê bijîn. Li aliyê din dê ji ber ava qirêj her sal di serî de zarok nêzî 10 milyon mirov dê bi nexweşiyên ku belav dibin bimirin. Denîz Nazlim - dîhaber