Li bajara cihên bişînahî tenê goristanin 2016-11-26 09:19:29 HATAY - Li Antakyayê ji ber avahiyên hatine çêkirin tenê li goristanê şînahî maye. Bînasaz Ercument Kîmyon, diyar kir ku di bajarvaniya berûvajî de cihên şînahiyan bi "siyaset-bazairganî-rantê" ji holê hatine rakirin. Li navenda bajaran ku avahî tên çêkirin û çêkirina wan didome, li her bajar ji ber palnên şaş ên bînesaziyê û projeyên rantê, cihên şînahiyên yên divê 10 metrakare bên avakirin li Tirkiyeyê ketiye bin metrekareyekê. Cihên şinahiyan ên ku li bajarên Tirkiyeyê ji ber çêkirinên berovajî û rantan pasîf dimînin, hinek ji vana ger di nava bajar de bin goristan û darên li ser cedeyên ku di navberan de hatine çandinin. Yek ji van bajaran jî navçeya Antakyaya Hatayê ye. Dema mirov ji jor ve wêneyê navçeyê dikişîne dibîne navçe tenê ji avahiyên beton pêk tê û goristan wekî cihê herî bişînatî yê bajar derdikeve pêşiya me. Bînasaz Ercument Kîmyon, diyar kir ku di bajarên ku mirov lê dijîn divê ji bo aktîvîteyên pêwîst bi cih bîne, divê qadên bajar bên çêkirin û wiha got: "Ev 50 sale ji ber koçberiyên li çolteran, em bi bajarên ku bêplan û zu mezin dibin re rû bi rû ne. Ev bajarên ku binesaziya wan tuneye, tenê binesaziya wê wekî pirsgirêk tê destgirtin lê li van bajaran pirsgirêka berevajîbûn û obezê tê jiyîn. Wezaretê kêm be jî hinek sererastkirinên qanûnî pêk anîn lê ev di pratîkê de nayên pêkanîn. Îktîdara siyasî ji ber axa bajaran ji bo xwe wekî rantê dibîne, cihên şînahiyan ên li ser kaxezan hatine xêzkirin qûrbanî rantê dikin. Ranta ku dixwazin li ser zeviyên girîng ên bajaran bê bidestxistin, bi têkiliyên 'siyasî-bazirganî-rantê' planan çêdikin û fînanseya siyasetê jî ji rantên ji van cihan hatine bidestxistin dikin." 'CIHÊN ŞÎNAHIYÊ YÊN BAJAR GORISTANIN' Kîmyon, da zanîn ku bajar herî zêde ji avahî, rê û kolanan pêk tê û wiha axivî: "Ger di nava bajar de cihek şînahî hebe ew jî goristanan an jî cihên leşkeriyê ne. Ev cih bi parkên ku hatine çêkirin mirov dikare wekî cihê şînahiyên pasîf bibîne. Di mijara bînasaziyê de ev nakevin nav cihên bişînahî. Ev ji aliyê rêveberiyên me yên herêmî ve ji bo ji cihên şînahî rantê bigirin dikarin bi ser wan de bigirin. Bi taybet piştî pêvajoya 15'ê Tîrmehê, di çarçoveya mijara cihên leşkeriyê ji bajar bên derxistin de em na hizirin ku dê ev cihên şînahiyan bên parastin. Em daxwazên xwe yên ji b ovan cihan bikin cihên şînahiyên bajar tînin ziman lê em bawer nakin guh bidin me. Dê dîsan ji rantê re vebikin. Di vê mijarê de divê muxalefeta civakî ya qanûnî bikeve nava tevgerê û tiştekî bike."