Bi fermana leşkeran hezaran dar hatin birîn 2017-03-27 09:11:29 ŞIRNEX - Welatiyên heremî diyar kirin ku bi fermana Fermandarê Qereqola Cendermeyan a Gundikê Melê bi hezaran darên li herêma Besta ji aliyê cerdevanan re hatine birîn. Li herêma Besta ya bajaroka Gundikê Melê ya Şirnexê bi hezaran dar bi fermana Fermandarê Qereqola Cendermeyan a Gundikê Melê hatin birîn. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin beriya mehekî Fermandarê Qereqola Cendermeyan a Gundikê Melê fermana birîna daristanên dikevin navbera bajarok Gundikê Melê û bajaroka Sêgirkê ya navçeya Qilebanê daye welatiyan. Li ser îtîraza welatiyan fermandar ji bo bîrîna daristanan ev peywir daye cerdevanên Gundikê Melê û Sêgirkê. BI HEZARAN DAR HATINE BIRÎN Li ser biryara fermandariyê cerdevanên li herêmên Bîşiyê Reş, Gêloşî û Mila Sinê yên Besta bi hezaran dar birîn û hêj birîna daristanan berdam dike. Cerdevan ji bo birîna daran her roj serê sibê di bin kontrola leşkeran de diçin herêmên dar werin birîn û heya danê êvarê dixebitin. Her wiha bi hezaran darên ku heya niha hatine birîn li qadek vale ya nêzî Qereqola Cendermeyean a Bestê ku dikeve navbera herdu bajarok tên komkirin. GERÎNENDEYÊ KARÊN DARISTANAN BÊ BERSIV E Hevserokê DBP'ê yê bajaroka Gundikê Melê yê Şirnex Sadûn Sezer diyar kir ku wan û welatiyên bajarokê xwestiye pêşiya birîna daristanan bigirin lê encamek bi dest nexistine û wiha axivî: "Ji bo ku em pêşiya vê yekê bigirin gundiyan daxwazname dan Gerînendehiya Karên Daristanan a Şirnexê. Lê gerînendehiyê bersivek erênî neda daxwaznameyên me." ‘DI BIN NAVÊ EWLEHIYÊ DE DARISTANAN DIBIRIN’ Sezer da zanîn ku li ser vê mijarê gundiyan bi Fermandarê Qereqola Cendermeyan a Bestê re hevdîtin pêk aniye û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Gelê Gundikê Melê ji bo ku mûdaxaleyê qetilkirina daran bikin çûn Tabûra Bestê. Sercendermeyan ji gel re got, 'Ji ber ewlehiya me divê hemû darên derdora bajarok werin birîn û şewitandin' Destpêkê xwestin welatiyên bajarokê daristanên xwe bi xwe bibirin lê me ev yek qebûl nekir. Piştre ev peywir dan cerdevanên herdu bajarokan." Sezer herî dawî got ku ew ê li hember vê qetlîamê bê deng nemînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Daristana ku darên fêkî yên wek sêv, karçîn, fisteq, gûz, kezwan, mazî û hilo tê de çend roj berê ji aliyê leşkeran ve hatin birîn. Heya niha bi hezaran dar hatine birîn û hêj berdewam dike. Em jî diwazin weke rêxistinên gund li hemberî vê zilm û zordariya li gel tê kirin ravestin. Ji ber vê yekê em ê xebatên xwe yên di nav gel de xurttir bikin." Zozan Fendîk/Nedîm Oruç - dîhaber