Li Bodrûmê daristan fedayî RES'an tên kirin 2017-03-29 09:11:43 MÛGLA - Daristanên li Taxa Guvercinlika Bodrûmê ji ber RES'an bi xetereyeke mezin re rû bi rû ne. Li Taxa Guvercînlik a Bodrûma Mûglayê, Daristanên Guvercînlikê yên li mewkiya Îzîn Tepe, Moralinci Tepe, Sîvrî Tepe, Ardiç Tepe, Yilanli Tepe, Kuçuktirman Tepe, Duz Tepe, Denizgoren Tepe û Kocasarniç Tepeyê ne, niha di bin xetereyê de ne. Dê li herêmê ji aliyê Şîrketa Anonîm a Hilberandina Ceryanê ua Yildiz Enerjiyê li ser qadeke milyon û 941 hezar û 422 hektarî, 13 turbînên bayî yên xwedî hêzeke 33 megawatt (MW9 û Santraa Enerjiya Bayî ya Daristanên Guvercînlikê bê çêkirin. Niştecihên herêmê diyar dikin ku dê bi çêkirina turbînên bayî zêdeyî 2 hezar dar bên jêkirin. ‘BICIHKIRINA RESAN TALÛKE YE' Serokê Avakar ê Biratiya Çeman Remzi Kazma, dest nîşan kir ku projeya RES'a Guvercînlikê ji bo tenduristiya mirov û hawirdorê rîskeke mezin e û got, dê xesarê bide ekosîstema cihê ku lê tê çêkirin. Kazma wiha got: "Mewkiya Guvercînlikê ew mewkiye ku çeşnê nebatên flora û endemîk lê zêde ne. Bi îstîmlaqkirina vê qadê û li Daristanên Guvercînlikê bicihkirina RES'ê zaf talûke ye." Kazmaz, dest nîşan kir ku projeya RES'a Guvercînlikê li ser rotaya çivîkên muhacir hatiye avakirin û wiha got: "Çivîkên muhacir xwe berdidin ber bayê dijwartir û bi vî awayî zêde baskên xwe lê nadin û koç dikin. Ev korîdorên bayî yên mezin, ji ber vê riyên koçberiyê ne. Di riya koçberiyê de heke çivîkên muhacir leqayî van perwaneyên mezin û hêzdar bên dê peremperçe bibin û bimirin." ‘DEMILDEST DÎREGÊN RES'Ê RAKIN' Kazma, da zanîn ku ji bo "rawestandina birêvebirina" projeya RES'ê ya Guvercînlikê wan serî li 14'emîn Daîreya Şûraya Dewletê daye û got, her çi qas doz didome jî Şîrketa Anonîm a Hilberandina Ceryanê ua Yildiz Enerjiyê, ji bo heman qadê raporeke ÇED'ê ya din amadekiriye û berpêşî wezaretê kiriye. Kazmaz wiha domand: "Ji bo çi li cihekî wek Bodrûmê tê avakirin? Çimkî bi vî awayî eraziyên hem erzan hem jî buha dagir dikin. Li Bodrûmê wateya hebûna RES'an tê wateya qedandina turîzmê. Li şûna wan otelan çêdikin. Hin kes qezenc dikin. Ev cihên xweşik yeko yeko ji dest gel tên stendin û berpêşî sermayeyê tên kirin. Em ne li dijî RES'ê em li dijî cihên ku RES lê tên çêkirin bi xwe ne. Divê li cihên ku ji qada jiyanê dûr û xesarê nadin mirivan bên çêkirin. Divê hikûmet demildest dest deyne ser vê ferasetê û ji Bodrûmê dîregên RES'ê rake."