Bi wêneyan cureyên nebatên li Dersimê tomar dike 2017-03-29 09:12:49 DERSIM - Hawirdorparêz Haydar Çetinkaya yê li erdnîgariya Dersimê der barê floraya nebatan xebatan bi rê ve dibe , dest nîşan kir ku bendav, ocaxên keviran û madenan yên tên plankirin ku dê bên çêkirin, bi awayekî zêde xesarê didin floraya nebatan. Li Dersima ku ji aliyê floraya nebatan dewlemend e, pîvok kulîlkên xwe vekirin. Bi taybetî jî li Geliyê Mûnzûrê gelek cureyên kulîlkan hene. Lêkolîn jî vê piştrast dikin. Di serdema ku Geliyê Mûnzûrê wek "parka milî" hatibû îlankirin de, li gor lêkolînan hatibû tespîtkirin ku li vê ernîgariyê 518 cureyên nebatan hene û ji vana 223 cure nebatên li Tirkiyeyê ne û 43 jî nebatên endemîk in. Serokê Komeleya Parastina Jiyana Xwezayî ya Mûnzûrê (ku bi KHK'ê hat girtin) Haydar Çetinkaya, di geştên xwe yên xwezayê de wêneyên gelek nebatan kişandiye. Her wiha Çetinkaya dê di demek nêz de bi navê Floraya Dersimê jî pirtûkekê derxîne. ‘DI WARÊ NEBATAN DE LÊKOLÎNEKE BERFIREH HAT KIRIN' Çetinkaya, ragihand ku erdnîgariya Dersimê hem di pîveka Anatolyayê hem jî di ya cîhanê de, di warê floraya botanîk de xwedî dewlemendiyeke girîng e û got, ev dewlemendiya florayî ji aliyê riweknasan û saziyên fermî ve hatiye tomarkirin. Çetinkaya wiha domand: "2 sal berê Parastina Xwezayê û Parkên Milî li vir lêkolîneke berteng kirin. Hezar û 503 cureyên nebatan hatin tespîtkirin. Hejmara endemîka nebatên Tirkiyeyê 264 e. Yanî dixuyê ku 40 heb li vê hejmarê zêde bûne. Dîsa gelek pispor diyar dikin ku li Dersimê hejmara cureyên endemîk ne 43 ye, 60 e." Çetinkaya, anî ziman ku xebatên hatine kirin li gor serdema kulîlkdanê ne û wiha domand: "Ev xebat xwe baş negihandine hemû qadan. Hemû serdemên kulîlkdanê di xwe de nahebînin. Tenê hin serdemên wan di xwe de dihebînin. Wek em dizanin li herêmê ji meha adarê ve nebat kulîlkan vedidin û ev heta meha 11'emîn didome. Yanî bi pîvokên payîzê bi dawî dibe." ‘GELEK KULÎLKÊN DI QEYDÊ TUBÎTAK'Ê DE CIH NAGIRIN HENE' Çetinkaya, ragihand ku ew bi salane geştên xwezayê dike û di van geştan de nebatan tomar dike û wiha got: "4-5 salên dawî meraqa min zêde bû. 2 sal e ez wêneyên nebatan dikêşim. Heta niha min wêneyên nêzî 650 cureyên nebatan kişandine. Ev du salên dawî jî ez ji bo navlêkirina wan tevdigerim. Di vî warî de serî li riwaknasan û kesên pispor didim." Çetinkaya, diyar kir ku gelek nebat di pergala qeydkirinê ya TUBİTAK’ê de cih negirtine û wiha got: "Em rastî gelek cureyan hatin. Li Dersimê cureyên endemîk hene. Gelek cureyên ku divê bên parastin hene. Divê ev nebat bên parastin û bazirganiya wan bê qedexekirin. Qaçaxçî toximên cureyên xasî van dera ne dibin." ‘FLORAYA NEBATAN BI XETEREYA BENDAV, OCAXÊN MADEN Û KEVIRAN RE RÛ BI RÛ NE' Çetinkaya, dest nîşan kir ku Dersim perçeyekî xwezayê yê girîng e û got, li hemberî fealiyetên bendav, ocaxên maden û keviran xwe li nedîtiyê datînin. Çetinkaya wiha domand: "Sermaye mudaxileyî vê xwezaya ku di warê nebatan de dewlemend e dike û bi fealiyetên bendav, oxacên maden û keviran ev floraya dewlemend bi xetereyê re rû bi rû dimîne. Di serî de projeyên bendavan ên dê bên çêkirin û fealiyetên ocaxên madenê dê bibe sedema tunekirina vê nêvengê. Ji ber vê em dixwazin ev nebat û xwaza bên parastin. Divê em vê bedewiya xwezayî û dewlemendiyê biparêzin. Tenê kêşandina wêneyên wan û pêşandana wan têr nake. Divê girîngiya wan jî bê vegotin. Lê belê, Tirkiye bêyî vê dewlemendiya girîng esas bigire, ji bo pêşnûmayan bisepîne her tiştî dike. Di vî warî de em wisa difikirin ku dewlet hem mewzûata xwe, hem peymanên navnetewî û hem jî qanûnên xwe yên xwezayê îhlal dike. Em dixwazin xweza bê parastin." Mujdat Can - dîhaber