Bêhna genî ji Çemê Karakoyûnê tê! 2017-04-01 09:04:05 RIHA - Çemê Karakoyûnê yê navçeyên navendî Halîliye û Eyyubiyeyê ji hev vediqetîne, hemû kanalîzasyona bajêr diherikê. Welatiyên li hawirdora çem rûdinên, anîn ziman ku ji ber bêhna çem û kelmêşan ew nikarin derkevin derve. Çemê Karakoyûnê yê navçeyên navendî Halîliye û Eyubiyeyê yên Rihayê ji hev vediqetîne, berê bi awayekî pir û pak diherikî, lê çend sal e ji ber ava kanalîzasyonan tevlî wê dibe, êdî nerihetiyekê dide derdorê. Bi salan di bin navê projeya îslehkirina çem xebat hatin meşandin, lê ev xebat nehatin temamkirin. Niştecihên Taxa Beykapi ya li qeraxa çem e, diyar kirin ku bi taybetî havînan bêhneke genî ji çem tê û ji ber kelmêşan ew nikarin xweşikî derkevin derve. Welatiyan bang li rayedaran kir, da çareseriyeke mayîn de ji vê pirsgirêkê re bibînin û gotin, li qeraxa çem parkek ji bo zarokan hatiye çêkirin, lê ji ber vê rewşa çem zarok bi talûkeyê re rû bi rû ne. BÊHNA GENÎ Û KELMÊŞ Ji niştecihên taxê Ali Akkuşê 55 salî anî ziman ku, got havînê ew ji ber bêhan genî nikarin derkevin derve û ji ber kelmêşan jî nikarin rakevin. Akkuş, diyar kir ku car carinan çem tê paqijkirin, lê belê piştî çend rojan ew dubare rastî heman rewşê tên û wiha axivî: "Bi awayekî zêde bandoreke neyînî li jiyana me dike, lê li gel vê jî em nikarin tiştekî bibêjin. Li gel ava qenalîzasyonan, gelek çop jî li çem tên rijandin û ev dibe sedema dîmeneke zaf nexweş. Ev der ne çopgeh e, qada jiyanê ye. Yanî eger ser wê bigirin ne em ê nerihet nebin û dê dîmeneke xweşiktir derkeve holê." Ji esnafên taxê Mustafa Sariyildiz (23), diyar kir ku havînê ew nizanin dê ji ber bêhna genî û kelmêşan çi bikin û got, her wiha çem ji bo zarokan talûkeyeke mezin dide der. Sariyildiz, anî ziman ku çend roj berê ew bûye şahid ku zarok bi lingên tazî masiyên ku hin kes avêtine çem berhev kirine û wiha axivî: "Da derkevin me zarok hişyar kirin, lê belê em tim nabînin. Dê ev bibe sedema nexweşketina zarokan. Her wiha di vê qenalê de wek çahleke kûr cihek heye. Heke ji van zarokan yek jê têkeve vê çahlê, dibe ku bifetise. Em ji vê rewşê ne razî ne. Bi taybetî jî havînê em nikarin li be rdikana xw erûnên. Şaredarî mehê carekê tê derman dike, lê belê ev ne çareserî ye." Nişteciha taxê dayikaka zarokekê Semra Akkuş (26) jî, diyar kir ku ew şik û gumanên wê ji bo keça wê ya berasteng hene, dibe ku zarok enfeksiyonê bigirin û got, ev rewş ne di xema tu kesî de ye. Akkuş wiha axivî: "Havînê me dît ku bêhn tê. Me got, belkî pisîkek an jî heywaneke din miribe. Me çû paqij kir, lê belê bêhn dîsa hat. Em çi dikin û nakin jî, nayên paqij nakin. Divê çareseriyeke mayin de bibînin. Zarokên me li van deran digerin, dilîzin. Heke nexweşîneke li zarokên me peyde bibe, dê canê me biêşe, ma dê xema kê be. Heke werin çêbikin dê baş be, lê kes me nabihîse. Tên dibêjin 'heke hûn çopê birijînin, em ê giliyê we bikin.' Ma em ê çima qada xwe ya jiyanê qirêj bikin, hin kesên din tînin dirijînin. Em tim tevî cîranên xwe derdikevin derve û rûdinên. Lê havînan em nikarin li ber derî rûnên û sohbet bikin. Ji ber bêhna pîs û genî. Li malê jî ji ber vê bêhnê em nikarin pencereyên xwe vebikin."