197 cureyên çivîkan bi xetereya tunebûyînê re rû bi rû ne! 2017-04-02 09:06:36 MÛGLA - Li Qada Avî ya Tuzlayê ya terkirî ya Mîlasa Mûglayê, çivîka keravî (pelîkan) a neslê wê li ber nemanê ye jî di nav de bi giştî 197 cureyên çivîkan, ji ber bermayiyên avahiyên qaçax û pîşesaziyê bi talûkeya tunebûyînê re rû bi rû ne. Li Qada Avî ya Tuzlayê ya terkirî ya Mîlasa Mûglayê, çivîka keravî (pelîkan) a neslê wê li ber nemanê ye jî di nav de bi giştî 197 cureyên çivîkan, ji ber bermayiyên avahiyên qaçax û pîşesaziyê yên li vê qadê tên valakirin bi talûkeya tunebûyînê re rû bi rû ne. Hatiye tespîtkirin ku 52 cureyên çivîkan liq adên avî çêdibin. Ji bilî cureyên li kerî û çêdibin, 37 cure jî tenê di demên muhaciriyê û zivistanê de tên vê qadê, 2 cure jî çivîkên muhacir ên havînê ne û 11 cure jî tenê di bihar û payîzê de di vê qadê re derbas dibin. Li gor daneyan, li qadê bi giştî 197 cureyên çivîkan hene û ji van cureyan 146 jê di çarçoveya Peymana Bernê de di lîsteya Pêveka 2'yemîn de cih digirin û divê bên parastin. Li gor lîsteya sor a divê cureyên giyaneweran bên parastin jî rewşên talûke û xetere hatine kategorîzekirin. Lê li gor vê kategoriyê çivîka keravî (pelîkan) a nesle wê li ber qedandinê ye û divê bê parastin jî, li vê qadê tê dîtin. Her wiha di vê lîsteyê de ev cureyên çivîkan ên divê ji rewşên talûke bên parstin jî hen; Qaqlîbaza Giravê, Beta Avî, Patka, Cîrcus Macroûrûs, Qijika Reş, Falco Vespertînûs û Qaritika Avî. CUREYÊN NEBATÊN ENDEMÎK JÎ BI TALÛKEYÊ RE RÛ BI RÛ NE Li Qada Avî ya Tûzlayê, 3 cureyên nebatên endemîk; Gulezengil (Gezîze), Guhkerok û Kertika Beqê ya li Herêma Egeyê zaf tê dîtin jî ji ber qirêjiya hawirdorê bi talûkeya tunebûnê re rû bi rû ne. Di sala 2001'ê de Qada Avî ya Tûzlayê wek qadeke girîng a çivîkan hatibû diyarkirin û li vir qadên arkeolojîk û SÎT'a Xwezayî hene. Ekolojîst Ahmet Ulukut, dest nîşan kir ku yek ji sedemên ku hejmara çivîkan kêm dibe ew e ku, êvarî li vê qadê bi awayekî qçax çivîk bi çekan tên nêçîrkirin û wiha got: "Sedema din jî li hawirdorê pergala dawerivandinê tune ye û bermayiyên pîşesaziyê yên bi Robara Maziyê û rûbarokên Kemîklerê ku diherikên Qada Avî ya Tûzlayê ne." Lon Briet Mutlu ya ji ala 1990'î heta niha ji bo hawirdorê têdikoşe jî, dest nîşan kir ku her diçe hejmara cureyên çivîkên li Qada Avî ya Tûzlayê ya Terkirî kêm dibin. Mutlu, ragihand ku wan di sala 2005'an de li tespîtkiriye ku li qada avî zêdeyî 4 hezar cureyên çivîkên Flamîngoyê hebûne û got, wan di sala 2017'an de jî tespîtkiriye ku ev hejmar daketiye 500'î. Mutlu, dest nîşan kir ku li Qada Avî ya Tûzlayê sedema herî girîng a kêmbyûîna çivîkan ji ber çewisandinên mirovan in û wiha axivî: "Li vir pirsgirêka herî mezin, li Qada Avî ya Tûzlayê tevgerîneke li gor rêziknameyê tune ye. Piraniya qada avî, ji qadeke SÎT'ê pêk tê. Li qada avî avahiyên qaçax tên çêkirin û bi vê re rewşa qadê xerabtir dibe û ev jî dibe sedema kêmbûna cureyên çivîkan. Avên bermayî yên avahiyên qaçax diherikin qada avî. Ji ber vê, bêhna genî ji Qada Avî ya Tûzlayê tê. Ji ber bêhna genî û avên pîs, çivîk bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ne." Gokhan Oner - dîhaber