Pira Clandras a 2 hezar û 500 salî qurbanî rantê dikin 2017-04-03 09:15:45 UŞAK - Pira Clandras a li Karahalliyê ya di dema Frîgyayê de di 2 hezar û 500'an de hatiye çêkirin ji 2014'an heta niha di bin navê "qezenckirina ji bo turîzmê" de bûye hedefa rantê. Berdevkê Hewldana Jiyana Çandî û Xwezayî Tuncay Karaçorlu diyar kir ku mîrateya dîrokî ne wekî amûrê bazirganiyê divê wekî nirxên çandî bêyî cewherî wan bê xirakirin bê jiyankirin. Herêma Egeyê di warê bermahiyên dîrokî de gelek dewlemend e. Yek ji van cihan jî pira Clandras a li navçeya Karahalliyê ya Uşakê di dema Frîgyayê de di 2 hezar û 500'an de hatiye çêkirin e. Pira dîrokê didemên dawî de bûye hedefa navendên rantê. Ajansa Pêşveçûnê ya Zafar a bi nêzîkbûna AKP'ê ve tê nasîn, Şaredariya Karahalli û Qaymeqamiya Karahalliyê ji 2014'an heta niha di bin navê "bi binesaziyên zêdekirina derfetên jiyana civakî û pêşxistina tûrîzma qadên çolterê ya Projeya Pêşxistina Clandrasê" de li herêmê avahî tên çêkirin. BUTÇEYA RANTÊ YA 867 HEZAR TL Di çarçoveya projeyê de li gorî agahiyan ji bo pira Clandrasê di bin navê turîzmê de ji rantê re bê vekirin 867 hezar TL butçe hatiye veqetandin. Li herêmê tê gotin ku cihên meşê, parka karavanê, şanoya amfî û riya meşê bên çêkirin, dîsa di projeyê de otek, pirên darî û otopark jî hene. WALÎTÎ PIŞTGIRIYÊ DIDE PROJEYA RANTÊ Rayedarên Şaredariya Karahalliyê ku me xwest têkîldarî projeyê agahî bigirin, agahî nedan, li aliyê din Waliyê Uşakê Seddar Yavuz hê projeyê dest pê nekiribû têkîldarî mijarê gotibû ku ew piştgiriyê didin projeyê û daxuyaniya "di pêvajoya pêş de em dixwazin hebûnê xwe yên dîrokî û çandî xurtir bikin." 'JIYANKIRINA VAN BERHEMAN PEYWIRA ŞARISTANÎ Û MIROVAHIYÊ YE' Berdevkê Hewldana Jiyana Çandî û Xwezayî ya Herêma Egeyê Tuncay Karaçorlu diyar kir ku tenê bi xirakirinê avahiyên dîrokî zirarê nabînin û wiha berdewam kir: "Zirardayîna pira Clandrasê tenê bi xirakirinê nabe. Bi pêkanînên ku cewherî pirê xira dike jî zirarê dide. Ev berhela şaristaniya Frîgyayê bi tiştên din ên Anatolyayê ve du herêman xwe digihîne hev divê bi vî rengî bidin jiyankirin. Divê pêkanînên ku zirarê dide vê neyên kirin." Karaçorlu got ku mîrateya dîrokî ne wekî amûrê bazirganiyê divê wekî nirxên çandî bêyî cewherî wan bê xirakirin bê jiyankirin. Karaçorlu wiha axivî: "Berhemên dîrokî yên bi vî rengî ne wekî cihên mesîreyê divê wekî qadên perwerdehiyê bên jiyankirin. Van berhemên dîrokî parastin û jiyankirin peywira şaristanî û mirovahiyê ye." Cihan Başakçioglu - dîhaber