Zeviyên çandiniyê bi JES'e talan dikin 2017-04-06 11:51:48 AYDIN - Walîtîya Aydtinê destûr da pojeyek din a JES'ê. Li Aydinê ji ber Walitî destûrê dide projeyên Santralên Enerjiya Jeotermal (JES) zeviyên çandiniyê tên talankirin û wêrankirin. Ji ber ku JES 11 kîlometre li nêzî qada Kuşadasi ku wekî warên buhiştê tê zanîn, tê avakirin, zeviyên çandiniyê yên navbera Aydın-Mugla-Denizlî talan dike. Li Aydinê projeyek din a Santralên Enerjiyê yên Jeotermalê (JES) ji aliyê Walîtiyê ve hat erêkirin. Projeya li taxa Davutlar û Navçeya Soke tê avakirin. Projeya Turîzma Korfezê ya Bozyazi û Înş. A.Ş. û Projeya Lêgerîna Çavkaniyên Jeotermal ji aliyê Walîtiya Aydinê ve hatin erêkirin. Walîtiyê rapora "pêdivi bi ÇED'ê tune" da. Te plan dikin ku li vê herêmê 5 sondaj bi giştî 12 bîran bikolin. Hat diyarkirin ku dê di demên pêş de daneyên zanistî yên der barê jeolojik û tektoniyê de agahî bide, di demên peş de razemeniyên li ser taybetmeniyên kimyewî û fîzikî yên herikîna jeotermalê weki birên re-enjeksiyon bên bikar anîn. DÊ XEBATÊN JES'Ê BÊN KIRIN Tê gotin ku dê li vê herêmê 5 sondaj bên sazkirin. û ev sontaj 11 kîlometre nêzî Kuşadasi ye. Tê diyar kirin ku avakirina projeya JES'e dê zerarê bide turîzma Kuşadasi û zeviyên çandiniyê. Têkildarî qada ku 5 sondajên cuda lê bên avakirin her çend Midûriyeta Giştî ya Karên Avê (DSİ) Midûriyeta Herema 21'emîm dijberî vê yekê derkevin û bêjin li qada ava vexwarinê ya dikeve qada Bendava Davutlarê jî û disa biryar hat dayîn. Rayedarên Midûriyeta Karên Avê di rapora xwe de sazkirina van sondajan ji bo herêmên qadên 1-2-3-4-5'an fikarên xwe anîn ziman û diyar kirin ku xebatên sontajê dê zerare bidin herêmê. DÊ 9 MİLYON TL XERÇ BIKIN Xwediyê projeya Bozyazi Korfez Turîzm û Înşaet Aş. ji bo Sondaja Lêgerîna Çavkaniyên Jeotermal de 9 miyon TL pere li projeyê xerç bikin. JES'ên li vê herêma çandiniyê bên avakirin dê zerarê bidin çandiniyê. JES'ên li zeviyên di navbera Aydin, Denizlî û Mugla de bên avakirin dê zerarek mezin bidin qadên çandiniyê. ZÊ ZEVIYÊN ÇANDINIYÊ TUNE BIBIN Serokê Platforma Derdorê yê Aydinê Mehmet Vergilî, anî ziman ku bi taybeti bi vê projeyê dê zeviyên çandiniyê tune bibe. Vergili, anî ziman ku zerara qadên çandiniyê zede ye û wiha got: "Ne guncav e ku li vê qadê JES bên avakirin. Teqez de zerarê bidin qadê çandiniyê. Ji xwe dê zerare bide xweza û ekolojiyê jî." Vergîlî, anî ziman ku li dijî projeyên JES'ê li Aydinê serî li rê û rêbazên hiqûqî dane û dê li Kuşadasi jî têkildardî van projeyan serî li rêyên hiqûqî bidin û wiha got: "Berê jî me der barê JES'an de serî li rêyên hiqûqî dan. Dê li Kuşadasi li dijî biryara "Pêdivî bi ÇED'ê tune doz bê vekirin. Hevalên me xebatên vê yekê dikin. Rojên borî civîna ÇED'ê li Germencikê pêk hat. Şîrket dest ji van projeyan bernadin. Ji ber ku pereyên zêde ji vir qezenç dikin. Em dê tekoşîna xwe ya li hemberî JES'an berdewam bikin."