Ocaxên mermerê xwezaya Uşakê talan dikin 2017-04-07 09:04:26 ÛŞAK - Li Karahalliyê, zêdekirina kapasîteya ocaxa mermeran a aîdî Şîrketa Demmer Demîrellerê ji aliyê Walîtiya Ûşakê ve hat tesdîqkirin. Şîrketê di projeyê ku pêşkêşî walîtiyê kiriye de bi awayekî aşkere behsa xesara dê bide herêmê dike. Di dosyayê de xuya dike ku dê proje berekat axê bikuje û faûna jî cih biguherîne. Li Herêma Egeyê, fealiyetên ocaxên kevir û mermeran ên ku bi awayekî zêde xesarê didin jiyana xwezayî, bi piştevaniya dewletê didomin. Li navçeya Karahalli ya Ûşakê ku bi bedewiyên xwe yên çandinî û xwezayî tê nasîn, zêdekirina kapasîteya ocaxa mermeran a aîdî Şîrketa Anonîm a Demmer Demîrellerê ye, ji aliyê Walîtiya Ûşakê ve hat tesdîqkirin. Di ruxseta qada ocaxa mermerê de qada ku lê hatiye çêkirin 92,89 hektar e û li vê qadê bi kapasîteyeke 4500m3/sal dixebite. Bi zêdekirina kapasîteyê re, ocaxa niha bi kapasîteyeke 15.500m3/sal hilberînê dike. Di dosyeya ku berpêşî walîtiyê hat kirin de behsa xesara ku dê ocaxa mermerê bide herêmê nehatiye kirin. Lê bi vê re derket holê ku dê makîneyên kar daxilî jiyana xwezayî bibin û her wiha dê bi vê re faûnaya herêmê jî bê texrîbkirin. QAD HAT BERFIREHKIRIN, HEJMARA MAKÎNEYÊN KAR HAT ZÊDEKIRIN Her wiha bi zêdekirina kapasîteyê re qada xebatê ya ku 23,60 hektar bû, qadeke pasayî ya 1.14 hektar lê hat zêdekirin û dê êdî li ser qadeke ku 24,74 hektara e xebat bên kirin. Her wiha bi vê re li qada fealiyetê jî hejmara makîneyên kar hat zêdekirin. Bi zêdekirina kapasîteyê re li qada fealiyetan 4 kamyon, 3 makîneyên jêkirina têlan, barhilgireke ku tekelan bar dike, amûreke qulkirin û tangeke avê tên bikaranîn. DÊ AXA RIWEKÎ BIŞEQITE Di dosyeya porjeya danasînê ya walîtiyê ew tesdîqkir de, tê diyarkirin ku dê li herêmê bermayî kom bibin. Her wiha dîsa tê diyarkirin ku dê di dema kar de miqdareke pasa jî çêbibe. Di dosyeyê de tê diyarkirin ku di dema kar de dê axa riwekî biqeşite. RÎSKA ERDHEJÊ Û HÊLANÊ Her wiha di dosyeyê de hatiye diyarkirin ku qada projeyê herêma erdhejê ye û wiha hatiye gotin: "Qada projeyê ji ber herêma erdhejê ye, li herêmê rîska erhejê heye. Ji bo erdhejê dê bi awayekî nîzamî karker bên perwerdekirin. Dê pêwendî bi ekîpmanên parastina sivîl ên herêmê re bên danîn û dê ji bo perwerdehiyê agahî ji wan bên stendin." DÊ FAÛNA CIH BIGUHERÎNE Di dosyeyê de bi awayekî aşkere hatiye diyarkirin ku, di dema hilberandina mermer de dê hinekî bandora neyînî li hawirdorê bike û hatiye gotin ku, dê toz, rabe, qelebalixî çêbibe, dê bermayiyên avî û hişk çêbibin, dê flora rabe û cih biguherîne.