Waliyê Aydinê destur da wêrankirina xwezayê 2017-04-08 10:26:09 AYDIN -ÇED'ê biryara pêdivî bi Ocaxa Feldspatê tuneye da. Lê Waliyê Aydinê destûr da JES'a 2 kîlometre li tenişta navçeya Nazîllî bê avakirin. Piştî proje têkeve meriyetê, dê li nêzî şûnwar û daristanan bi dînamîtan lêgerîn bikin û xwezayê wêran bikin. Waliyê Aydinê ku bê şert û merc destûrê dide Santralên Enerjiye yên Jeotermal (JES) niha jî destûr da projeya JES'a ya rê li pêş wêrankirina xwezayê veke. Her çend ÇED'ê biryar da ku pêdivî bi Ocaxa Feldspatê tune ye jî, Waliyê Aydinê destûr da projeya Şîrketa Bikaranina Madenê ya Guney a li taxa Dualar a Nazîllîya Aydinê bê avakirin. Piştî ev proje têkeve meriyetê dê herêmên nêzî şûnwar û qadên daristanî bi dinamitan bê talankirin. Şirketa ku bi dînamîtan lêgerîna madenê bikin dê xweza û daristanê talan bikin. Dîsa ji ber şîrket dê maddeyên kîmyewî bikar bînin dê xwezayê wêran bikin. Hem nebat û HEM NEBAT HEM JÎ DÊ AX ZERARÊ BIBÎNE Li gorî projeyê şîrket, dê li qada madenê ya ji 329,87 hektaran pêk tê li beşa 23,98 hektaran salê 100 hezar ton feldspat derxin. Beri dest bi xebatê bikin dê 6 sontajên 300 metre bikolin. Dîsa dê 3 heb xebatên qelişandinê avabikin. Di xebatên sontajê de dê axa çandiniyê bê cudakirin, makîneyên sontajê bên bi cih kirin, karot bên nûmerekirin û piştre bîrên sontajê bên girtin. Ji bo xebatê dê li nêzî şûnwar û warên jiyanê dînamîtan bikar bînin û hem warê jiyanê dê zerar bibîne û hem ji dê qadên daristanî zerar bînin. Avahiyên li taxa Dualar a 1800 metre nêzî qada kolandina tontajan û projeyê ye dê zerar bibîne. Dîsa cihê ku proje lê bê avakirin ji ber ku qada daristanê ye dê zerar bibîne. 23,98 hektar qada ku proje lê bê avakirin bi tevahî ji qada daristanê pêk tê. Piştî destûr ji rayedarên dasitanê stendin dê dest bi xebatê bikin. Di dîroka 09.03.2011'an de herêma planê ya dinavbera Aydin-Mugla-Denizli ku ji 1/100 000 Olçek pêk tê li gori Plana Duzena Derdorê zevî wekî "Qada Daristanî" hatibû dîtin. DÊ BENTONÎT A KANSEROJEN BIKAR BÎNIN Di projeyê dê ji bo kolandinê sontaja bi elmas bikar bînin. Ji bo ava sontajê jî dê bentonit û avê bikar bînin. Ji bo her bîra sontajê ya 50 metreyan dê 1 tonek bentonit, 25 kg av be bikar anin. Bentonita di sontajê de bê bikar anîn dê zerarek mezin bide xweza û jiyana ekolojik. Ji ber sontajê û melzemeyên di sontajê de bên emilandin dê bandorek neyînî li ser fotosenteza nebatan bike û ev yek dê bibe sedem ku nebatên li herêmê hişk bibe. Dîsa dê destûrê ji Wezareta Karên Avû DarisatNê û Miduriyeta Giştî ya Daristanê bigirin û darên li herêmê tevan bibirin. 'JI BO BIHIŞTA XWEZAYÊ TUNE BIKIN KETINE NAVA SEFERÊ' Serokê Platforma Derdorê ya Aydinê (AYÇEP) Mehmet Vergili, anî ziman ku dê daran bibirin û xwezaye wêran bikin. Vergîlî proje wekî projeya rantê binav kir û wiha got: "Aydin yek ji navenda çandiniyê û xwezayê ye. Dê bi vê projeyê bihişta çîna yekem tune bikin ketine nava sefer û pêşbirgê. Li aliyekî lêgerina madenê, li aliyê din ocaxên kevir û mermeran. Dîsa JES'ên li vir tên avakirin hemû daristanên zeytûnan tune dikin. Hin herêmên ku bi awayekî xwezayî bûne daristanên zeytûnan hene. Ev herêma çandiniyê ya çîna yekem e. Em naxwazin ev proje li vir bên avakirin. Em dê li dijî vê yekê derkevin.