Dijberî tovên biyanî dest bi çandiniya tovên herêmî kirin 2017-04-14 10:09:33 MUGLA - 3 rençberan li navçeya Datça ya Muglayê li dijî tovên biyanî û derve ji bo parastina tovên herêmî û resen dest bi çandiniya tovên herêmî kirin. Rençberên ku li ser 6 dolim zeviyê çandiniyê dikin, armanc dikin ku li ser 50 dolim zevî banka tovên herêmî ava bikin. Li navçeya Datça ya Muglayê sala di 2015'an çotkar Zekî Karacan û 2 hevalên xwe yên çotkar dest bi çandiniya Tovên Herêmî ya Datça kirin. Çotkarên ku li ser 6 dolim zeviyan dest bi çandiniyê kirin armanc dikin ku li ser 50 dolim zevî çandiniya tovên herêmî pêş bixin. 3 hevalên hev ên rençber li navçeya Datça li ser 6 dolim axê Tovên Herêmî ya Datça çandiniya tovên herêmî dikin û hilberîna tovên herêmî dikin. Dildarên parastina tov ku niha 7 hesar tov diçînin, îsal armanc dikin ku 30 hezar tov biçînin. Dildarên parastina tov ne tenê tovên fekî, di heman demê de tovên daran jî diçînin. Dildar Zekî Karacan ku malbata wan çotkar e, diyar kir ku ew li nava zeviyêji dayik bûye û wiha got: "Ez ji zikê diya xwe ketim nava axê. Ez perçeyekî ji axê me. Min 2 zanîngeh xwend. Min bi xwe şîrketa xwe ava kir. Dema ez ji zanîngehê vedigeriyam, min li nava zeviyan çape dikir. Min li Datça dest bi çandiniya tovên herêmî kir. Ez û 2 hevalên xwe vî karî dikin. Em dixwazin tovên herêmî û resen li dijî tovên biyanî biparêzin. Niha 25 dildarên me yên çalak hene. EM BI 12 RENÇBERAN TOVÊN HERÊMÎ PÊŞ DIXIN Karacan, anî ziman ku wan li 12 taxên Datça û gundê wê rençberên pêşeng diyar kirine û bi tevî wan plan dikin ku tovên herêmî pêş bixin û wiha got: "Niha xebatên çandiniyê ji koma perwerdehiyê, koma terzî, koma Stant û koma şahiyan bi giştî ji 4 yekîneyan pêk tê. Em bi koma perwerdehiyê rençberan zane û hişyar dikin. Em derî bi derî digerin û li ser girîngî û wateya tovên herêmî radiwestin. Koma şahiyê jî bi armanca pêşxistina tovên herêmî li tax û gundan şahiyan pêk tîne. Em armanc dikin ku mihrîcana Tovên Herêmî ya Dadça dikin. Koma terziyan jî berdilkên rençberan ên dildaran didirûn da ku li nava zeviyan li xwe bikin. Koma Stant jî her rojê Şemiyê li Datçayê standa dezgehê tovan vedike û bazar dikin. Karacan, anî ziman ku armanca wan tovên herêmî biparêzin û pêş bixin û li dijî tovên biyanî parastina tovên herêmî bikin. Karacan, bilêv kir ku armanc dikin ku banka tovên herêmî ku ji 50 dolim zevî pêk tê ava bikin.