Bendav jiyana Geliyê Botanê tune dikin 2017-04-25 09:07:16 SÊRT- Bi "hinceta ewlehiyê" dê di navbera Sêrt û Şirnexê de 16 bendav bên çêkirin. Ji ber bendavan Çemê Botanê zuha dibe û hemû nirxên dîrokî, civakî û çandî tune dibin. Serokê ÎHD'ê û aktîvîstê ekolojiyê Zana Aksu her kes hişkar kir ku li Geliyê Botanê xwedi derkevin. Geliyê Botanê yê ku bi hezar salan jiyan li dora wî geş bûye û nirxên civakê zînde dike, di bin ava 16 bendavên de tê fetisandin. Dê bi çêkirina bendavan re pir, xan, mizgeft, aş, bermayiyên dêran û qadên kolandina arkeolojîk û her wiha dê gund, baxçe, qadên çandiniyê û seyranê yên li her du rexên gelî ne di bin avê de bimînin. Her wiha dê bi benvana re çanda koçertiyê ya bi awayekî zêde li vê herêmê heye jî winda bibe. Dê bi "hinceta ewlehiyê" di navbera Şirnex û Sêrtê de 16 bendav bên çêkirin. Ji van bendavên ku dê ji Şîrwanê heta Cizîrê bên çêkirin, bendavên bi navê Çetîn, Lîmak, Kîrazli û Pervarî qediyane. 10 din jî niha tên çêkirin û 2 jê jî di asta projeyê de ne. ‘BENDAV NAVGÎNA BIŞAVTINA STRATEJÎK IN' Serokê Şaxa ÎHD'a Sêrtê û aktivîstê ekolojiyê Zana Aksu, ancamên van bendav û projeyên ku antî-ekolojîk û antî-sosyal in vegot. Aksu, ragihand ku bendavên li Sêrtê û herêmê tên çêkirin bi hinceta ewlehiyê tn çêkirin û wiha axivî: "Hat lansekirin ku dê bi çêkirina bendavan re ji bo gel qadeke berfireh a îstihdamê xwe bide der. Di heman demê de diyar kirin ku dê ji van bendavan çavkaniyeke zêde ya enerjiyê bi dest bixin û dê ji vir pereyeke cidî bê stendin û ji bo pêşvebirina welat tiştekî esas e. Bi vî awayî gel îkna kirin. Lê belê, piraniya van bendavan bi hinceta ewlehiyê tên çêkirin. Çimkî, bi taybetî sedema sereke ya li ser Geliyê Botanê çêkirina van bendavan, tenê hinceta ewlehiyê ye. Ev bendav di warê stratejîk de wek navgîneke bişavtinê hatin bikaranîn. Ev amûreke bandorker e. Bi taybetî jî ji sala 2002'ayn ve îktîdar van dide şîrketên di bin banê xwe de. Mesela Lîmak, îro yek ji wan navgînên herî bandorker a îktîdarê ye. Ji hêlekê ve bi awayekî zêde piştevaniya şîrketên di bin banê xwe de dike, ji hêlekê ve jî wek navgîneke bişavtinê bi kar tîne. Her wiha qadeke ku em jê re dibêjin sermayeya kesk jî dewlemend dike." FÊDEYA WAN JI BO HERÊMÊ TUNE YE Aksu, ragihand ku di warê civakî û aborî de tu fêdeya wan ji bo herêmê tune ye û wiha axivî: "Ev bendav ji bo gel tu çavkaniyên dahatê peyde nakin. Tenê di dema çêkirina vana de, dê çend kes karibin bixebitin. Tu fêdeya wê ji bo vê erdnîgariyê tune ye. Dahata bê bidestxistin jî dê ji bo Sêrtê neyê şandin. Bi peymanên di navbera şîrketên taybet û dewletê re dahat ji şîrketên taybet re diçe. Yanî dê ev bendav piştevaniya aboriya gel nekin. Lê bi zorê gundî ji neêarî xaniyên xwe difiroşin. Çimkî ev erazî hatin îstimlaqkirin." TEVÎ 47 GUNDAN MÎRATEYA DÎROKÎ Û ÇANDÎ WINDA DIBE Aksu, ragihand ku dê di wadeyeke dirêj de ev bendav bi xwe re encamên neyînî bidin der û encamên wan ên civaknasî û ekolojîk vegotin. Aksu wiha axivî: Gundên di bin bendavê de mane hene û hin ji van mirovan ji neçarî koçî bajarên wek Stenbolê kirin. Ev rewş bi xwe re jibîrkirina çand û zimanê xwe, bişavtinî tîne. Mirov ji erdnîgariya xwe tên qutkirin û sirgûnkirin. Dê li Sêrtê 47 gund di bin avê de bimînin. Mîrateyee dîrokî ya bi hezaran salan tê tunekirin. Li Sêrrtê bi bendavan re di heman demê de hafizayeke dîrokî û civakiyî jî tê tunekirin. Koçberiya mevbûrî ya ber bi bajaran ve bi xwe re betaliyê jî zêde dike. Di warê ekolojîk de jî, çandiniya organîk tune dike. Dibe sedema zuhabûn û çolteriyê. Geliyê Botanê xaka herî berhemdar a di navbera Sêrt û Şirnexê de ye. Dê ev eraziyên berhedar di bin avê de bimînin. Dê berên wek hinar û fistiq êdî şîn neyên. Erdnîgariyeke ku hem di warê qadên çandiniyê hem jî di warê dîrokî de bi ava xwe ya ku bi awayekî azad diherike û xîtabî hestên mirovan dike heye. Bifikirin ku dema ev erdnîgarî bi temamî tê tunekirin, dê tenê li bajaran avahî bimînin. Mirovan ji xwezaya wan vediqetînin. Dê ev jî li mirovan bibe sedema travmayan. Çimkî mirovê ku ji xwezayê dûr bikeve dê xwe azad hîs neke. Dê piraniya bermayiyên ku bi kolandinan derketin di bin avê de bimînin. Di kolandina dawîn de kevirên ewil ên lîstikan ên beriya 5 hezar sal berê hatin dîtin. Mesela peykerên aîdî xwedavendan hatin dîtin. Li gel vana hemûyan jî hewl didin vê herêmê têxin bin avê." Aksu, ragihand ku di kolandinên gelî de derket holê ku ev der hema wek Xerawreşka Rihayê cihekî kevn ê jiyanê ye û got, wek çareserî hilberîna enerjiyê tê nîşandan. Aksu wiha domand: "Li cihekî wek Botanê alternatîfa hilberandina enerjiyê zêde ye. Enerjiya ba û tavê dikare bê bikaranîn. Li Başûrê Rojhilat herî zêde sûd ji enerjiya tavê tê wergirtin. Li hawirdora Sêrtê gelek çiyayên bilind hene. Yên wek Herekol, Çiravê. Dema li van deran dîregên enerjiya bayê bên çikandin, dev ji Sêrtê berdên dê têra hemû Başûrê Rojhilat bike. Yanî potansiyeleke wê ya evqasî heye." Aksu, diyar kir ku li hemberî bendavên li herêmê tên çêkirin wek polîtîkaya kurdan xwe li bêdengiyê datînin û balê kişand ser wekheviya hestiyariyê. Aksu wiha axivî: "Gelê herêmê li dijî bendavan heta ji destê wan hat bi hetsiyarî tevgeriyan. Lê belê, rewşeke wisa heye; li Tirkiye û cîhanê mirovên ekolojîst dema mewzû tê ser herêmê xwe li nehestiyariyê datînin. Mesela li dijî bendavên li Behra Reş deng derdixînin, lê li dijî bendavên li herê hestiyariyeke berbiçav xwe nade der. Dibêjin şer heye, pevçûn heye û xwe li bêdnegiyê datînin û nahêlin ji bo vê rayeke giştî çêbibe. Halbû gelê herêmê li dijî bendavên ku li Behra reş tên çêkirin jî deng derdixînin. Lê em heman hestiyarî li raya giştî ya tirk nabînin. Me di komkujiya madenê de dît, di komkujiya Şîrwanê de. Lê mixabin di warê binpêkirina mirov û xwezayê de yên li herêmê cudaparêziyek heye." Aksu, çîroka Melayê Cizîrî ya ku bi Geliyê Botanê re diaxive û piştî vê axaftinê êdî ev gelî nabe sedema mirinan bi bîr xist û wiha got: "Em behsa aveke ku têkiliya wê bi mirovan re heye dikin. Li hin welatên Ewropayê statuya mirovên zindî didin avên bi vî rengî. Wan diparêzin. Lê çi hîkmet be, li van deran li kuderê avek hebe an jî cihekî ku di bîra mirovan de xwedî cihekî civakî hebe tune dike. Dewlet ji me re wiha dibêje; ez ê vê erdnîgariyê di warê çandî de di bin avê de bihêlim, veguherînim çolan û paşê hûn dikarin bijîn." ‘BOTANA KU HER AZAD DIHERIKÎ DIVÊ AZAD BIHERIKE' Herî dawî Aksu wiha bang kir: "Ya ku reng dide Botanê av û bedewiyên wê yên xwezayî ne. Bi van bendavan re, divê di warê ekolojîk de mirov zêdetir bi hetsiyarî tevbigerin. Çimkî, bendav navgîna bişavtineke stratejîk in û di wadeyek dirêj de wek çekeke kîmyewî texrîbatan çêdikin. Divê gundî bi awayekî rihet azadiyên xwe nefiroşin. Ji bo Botana ku ji dîrokê heta niha diherike, bi awayekî azad vê herikîna xwe bidomîne berxwedan divê. Çimkî Botan, ji dîrokê heta niha tim bi awayekî azad herikî û divê bi awayekî azad biherike jî." Diren Yurtsever - dihaber