Qada çandiniyê bi destûra Waliyê Îzmirê talan dikin 2017-04-26 09:13:09 ÎZMÎR - Waliyê Îzmirê ji bo lêgerîna çavkaniyên Jeotermalê ya li qada taxa Şakrana Jêrîn a Aliaga biryara "Pêdivi bi ÇED'ê tune" da. Herêma çandiniyê ku wekî qada erdhejê hat nîşandan dê bi kolandina sondajan talan bibe. Li Tirkiye warên çandiniyê û çotkariyê yek bi yek bi projeyên HES, RES, Santralên termîkê, santralên jeotermalê û gelek projeyên din tên talankirin û wêrankirin. Tevî ku warên bi bereket û çavkaniyên jiyanê ne, ji aliyê rayedarên dewletê ve destûr tê dayîn. Niha jî li herêma bakurê Ege axên bi bereket ji lêgerîna çavkaniyên jeotermalê re ten vekirin û ev axên bi bereket wêran dibe. Li Şakrana Alîaga ya Îzmirê axa çandiniyê bi hinceta qada erdhejê ye ji lêgerîna çavkaniyên jeotermalê re tê vekirin û qata çandiniyê tê talankirin. Karsaz Ahmet Hamdi Sulukoglu projeya lêkolîna çavakinyên jeotermal amade kir û pêşkêşî Walîtîyê Îzmirê kir. Walîtîya Îzmirê jî biryara "Pêdivî bi ÇED'ê tune" da. Di projeya ku pêşkêşî walîtiyê hat kirin de bi awayekî aşkere behsa zerar ku bide derdor û xwezayê jî vedibêje. Ji bo projeyê qada ruhsatê wekî 2 hezar û 500 hektar hat diyarkirin. Di qada erêkirina ÇED'ê ya projeyê de jî tê plankirin ku bi qasî 200 m2 parka maşîneyan, bi qasî mezinbûna 200 m2 qada bitkiselan, 100 m2 hawizê heriyê. 150 m2 qada şantiyê, bê avakirin. Dîsa qada projeyê 800 metre nêzî taxa Şakrana jêrîn e. Qada ku proje lê tê amadekirin di nava sînorê daristanê de ye û 650 metre dûri daristanê ye. Her çend xwediyê şîrketê bêje dê li qadê sontajekê veke jî tê payin ku li herêmê gelek sontajan veke. Tê diyar kirin ku jibo hemû xebatan dê 600 hezar TL pere bê xerçkirin. MADDEYÊN KÎMYEWÎ DÊ BÊ BIKAR ANÎN Li qada projeyê ji bo xebatên sondajê dê hemû axa çandiniyê bê qeşartin û êdî ji bo çnadiniyê ev ax dê kêrî tiştekî neyê. Dîsa ji bo projeyê dê bi tonan maddeyên kîmyewî bê xerçkirin. Maddeyên kîmyewî yên wekî Bentonit, Polianyonik Seluloz,Kostik Soda, Xweliya Soda , Benîştê Xanthanê, Lignosulfonat ê bê klor, Sentetik Polimer, Stabilizatora germahiyê, Kireç, Lignosulfonatê bê krom dê bibin sedema nexweşiyên kanserê. Ji ber vê projeyê dê gelek cureyên nebat û sewalan jî winda bibin. Dê gelek cureyên fauna (sewalên li qadê dijîn) winda bibe. Berdevkê Hewldana Jiyana Çanda Xwezayî Tuncay Karaçorlu, bertek nîşanî projeyê da û anî ziman ku ev proje dê zerarê bide gelek cureyên zindiyan û xwezayê wêran bike. Karaçorlu, anî ziman ku teqez pêdivî bi nirxandina ÇED'ê heye û divê Rapora ÇED'ê hebe. Karaçorlu, anî ziman ku her çend herêma erdhejê be jî divê ji milê çandinî û çotkariyê ve bê parastin û wiha got: "Ev qad ji aliyê çandiniyê û ekolojiyê ve pir dewlemend e. Dive walî ne alîgirê şîrketê be. Divê ÇED raporek pir berfireh amade bike û lêkolîn bike." Cihan Başakçıoğlu/Ruken Demir - dihaber