Qada kesk a bi tenê mayî jî dikin qada mîmarê 2017-04-26 12:07:03 STENBOL - Li Bakirkoya Stenbolê qada kesk a Nexweşxaneya Nexweşiyên Sinir û Ruh a Bakirkoyê ku bi tenê maye, ji îmarê re vedikin. Li navçeya Bakirkoyê ya Stenbolê qada kesk tenê li Nexweşxaneya Nexweşiyên Sinir û ruh a Bakirkoyê maye. Lê niha ji bo vê qadê jî planên îmarê tê kirin û tê armanc kirin ku dar û berên li vir bên birîn. Li qada ku ji milyonek metrekare (hezar dolim) pêk tê, ji sala 1927'an heta niha xizmeta tenduristiyê dide. Niha bi plana îmarê ya ji aliyê Wezareta Derdorê vehatiye amadekirin dê avahiyên nû bên avakirin. Di plana raporê de tê xuyakirin ku li ser parsela 116 hezar metrekare mulkê Midûriyeta Giştî ya Sporê ya Ciwanan û Şaredariya Bakirkoyê ye salona Sinan Erdem Sporê cih digire.