'Divê êdî bombeya li ser sînga welat bê dîtin' 2017-04-28 09:07:26 MÊRSÎN - Berdevkê NKP a Mêrsînê Erkan Demir, diyar kir ku santrala nukleerî ne pirsgirêkeke herêmî ye û wiha got: "Bi hewesa hilberîna enerjiyê, li ser sînga welat bombeyê bi cih dikin. Êdî em ji Mêrsînê heta Sînopê vê yekê bibînin û destûr nedin vê yekê. Di ser Facîaya Nukleerî ya Çernobîlî 31 sal derbas bûn, lê di roja îroyîn de hîn jî bandora wê didome. Her wiha rayedar li hemberî hişyariyên ekolojîstan ên der barê Santrala Nukleerî ya Akkuyuyê ya li Mêrsînê çêkirina wê didome de xwe li nebihsîtinê datînin. Berdevkê Platforma Li Dijî Nukleerê ya Mêrsînê (NKP) Erkan Demir, anî ziman ku gefa nukleerî ne pirsgirêkeke herêmî ye. Demir, bi bîr xist ku Facîaya Çernobîlî 31 sal berê li Ûkraynayê qewimî û hîn jî xeteriyê dide der û wiha domand: "Li ber siya welatê cîran, wek mexdûrên afetekê êdî em rasterast bi bandorên radyasoyênê re dijîn. Bi demê re gelek mirov li hemberî pençeşêrê têkoşiyan an jî mirin û bi vê re bi awayekî hîn aşkeretir zirarên nukleerê tên dîtin. Lê belê, li gel van tiştan jî îro em radibin û li Mêrsîn û Sînopê yanî li nav sînorên welatê xwe santralên nukleerê çêdikin. Li gel ku hemû gef û xetere li holê ne jî, em vê çêdikin. Kes mîsogeriya ku dê li van santralan qezayek çêbibe yan na, an jî dê tevdîr baş bên girtin an neyên girtin nade." ‘RAPORA PÊZANIYÊ DÛRÎ ZANYARIYÊ YE' Demir, bi bîr xist ku heta niha der barê Santrala Nukleerê ya Akkuyuyê de du doz hetine vekirin û bi heyeteke 15 kesî raçavkirina rapora pêzaniyê hatiye kirin. Demir wiha domand: "Di kifşên cuda hatin kirin. Her du kifş jî li cihê cih hatin kirin. Li gel vê, cara ewil bû ku em wek kesên li dijî nukleerê ketin qada projeya Santrala Nukleerê ya Akkuyuyê. Lêkolîn di 11'ê Tîrmeha 2016'an de hat kirin û ji wê rojê ve careke din şenşekî me yê ku em têkevin qada nukleerê çênebû. Lê belê bi pêvajoyê re her ku pirsgirêkên netewî derdikevin holê, biryara jî li gor wê diguherin. Di dema lêkolînê de, li gel ku bi dehan pêşniyarî berpêşî heyeta pêzaniyê hatin kirin jî, yek ji wan jî esas nehatin girtin û bi vî awayî raporek hat amadekirin. Di rapora ku hat amadekirin de, ne tenduristiya xweza û mirovan, girîngî dan hilberîna enerjiyê. Bi vê re jî derket holê ku bê çawa nêzî tenduristiya xweza û mirovan dibin. Heyeta pêzaniyê ji kesên pispor pêk dihat. Lê belê, li gel nêrînên pisporan jî rapora ku hat amadekirin dûr zanyariyê bû. Heyetê di raporê de hişyariyên hawirdorparêzan û NKP'ê mafdar dîtin û gotin, xetereya ku dê derkeve holê rast e. Lê raporeke ku rapora ÇED'ê erê kir hat amadekirin. Mijar tenê di çarçoveya tevdîrên ku dên bên stendin hat nirxandin. Dûrî nêzîkatiyeke zanyarî ye." ‘HELBET DÊ ROJEKÊ FÊM BIKIN' Demir, diyar kir ku wan der barê qada ku tahsîsî şîrketê hatiye kirin doza betalkirinê vekiriye û hîn jî doz didome. Demir, anî ziman ku di 20'ê Nîsanê de lêkolîneke pêzaniyê ya din hatiye kirin, ew li benda encama vê lêkolînê ne û got, lê belê di warê encamstendinekê de tu hêviyên wan tune ne. Demir, anî ziman ku ji bawerkirina serdestiya huqûqê pêvtir tu rê tune ne, lê belê di warê hebûna serdestiya huqûqê de jî baweriya wan nemaye û wiha axivî: "Hêviya me ew e ku hayê wan ji xeletiya vê santralê û ya li Sînopê çêbibe. Dê kesên xwedî wijdan ên tenduristiya xweza û mirovan esas digirin derkevin. Lê belê, heke dernekeve jî dê hawirdorparêz û kesên ji vî welatî hes dikin li pêşberî vê rawestin û çi ji destê wan bê dê bikin. Her çi qas avakirina înşeata santralê bidome jî, dê rojekê fêm bikin ku tiştên dikin xelet in. Lê belê, hêviya me ew e ku derneg fêm nekin." ‘LI SER WELAT BOMBEYEK TÊ BICIHKIRIN' Demir, ragihand ku li hemberî hemû serlêdanên wan ên qanûnî, qanûnên nû tînin û wiha domand: "Li hemberî hemû dozên me vekirine nêzîkatiyeke 'Madem ev li dijî qanûnê ye, dê ev qanûn biguhere' heye. Tunekirina vê xwezaya ku ji texmînên me wirdetir xwedî girîngiyekê ye, di warê herêmî de tenê dê bandorê li Mêrsînê neke. Berkesê wê divê wek pirsgirêkeke herêmî bê dîtin. Divê wek projeyeke ku dê tevî gelê Mêrsînê bandorê li hemû kesên Tirkiyeyê bike bê dîtin. Bi hewesa hilberîna enerjiyê, li ser welat bombeyek tê bicihkirin.Divê ev bê dîtin û li gor wê liv û tevger xwe bidin der. Gelê Mêrsînê û gelên Tirkiyeyê hay ji vê hene. Me dengdayînek kir û di vê dengdayînê de ji sedî 84'ê Mêrsînê santrala nukleerê naxwazin. Sibê dema li Mêrsînê, li Akkûyûyê, li Sînopê pirsgirêkek derê, dê tenê bandorê li van herêman neke. Di warê herêmî de dê bandorê li herêmeke ku heta Kibrisê diçe bike. Dê bandorê li hemû Behra Spî bike û li bajarên hawirdorê belav bibe. Her wiha dema mirov hîn berfirehtir lê binihêre, dê bandorê li Behra Reş jî bike. Divê êdî ev bê dîtin. Ji Mêrsînê heta Sînopê, li çar aliyên Tirkiyeyê divê li pêşberî vê bê sekinandin."