Li Lisiniayê li dijî xirakirina xwezayê jiyanekî nû tê hunandin 2016-11-15 09:22:27 BURDUR - Li gundê Karakentê, Lisinia Doga ya ku di 2005'an de ji aliyê dildarê xwezayê ve hate avakirin li dijî xirakirina xwezayê û pençeşêrê berxwedanek tê hunandin. Li gundê Karakent a bi ser navenda Burdurê di 2005'an de ji aliyê dildarên xwazeyê ve li dijî xirakirina xwezayê û pençeşêrê Lisinia Doga hat avakirin û li vir jiyanekî nû tê înşakirin. Lisinia Doga navê xwe ji bajarê Lisinia yê ku Beriya Mîladê di 300'an de hatiye avakirin girtiye tê wateya şewqa ronahiya heyvê ya di avê de ya tava ku hiltê û diçe ava. Di nava gel de jî wekî "Bajarê Şewqê" tê binavkirin. Dildarê xwazeyê Ozturk Sarica yê ku ji malbata xwe gelek kes ji pençeşêrê winda kir, ji bo li dijî xirakirina xwezayê û pençeşêrê di mirovan de zanebûnek pêş bikev Lisinia ava kir. Mirovên ku jiyana xwezayê dixwazin ên ku ji Tirkiye û hin welatên cihanê di nava projeyê de cih digirin. AJAL BÊPERE TÊN DERMANKIRIN Lisinia Doga li Tirkiyeyê di heman demê de bû Navenda Rehabîlitasyonê ya Jiyana Kovî ya fermî. Qapasîteya wî di 2005'an de 100 bû lê niha 200 sewal li vir dikarin bên xwedîkirin. Sarica anî ziman ku ji ber birîndarkirina neçîrvanan, jehrîbûnê û ji ber şerê di nava jiyana kovî de gelek ajal zirarê dibînin û heta niha zêdetirî hezar ajal hatine dermankirin û ew dîsa berdane nava xwezayê. Sarica got ku ajalên ku tînin vir bêpere derman dikin û di heman demê de kesên ku tên vê derê jî di warê jehrên mişkan, jehrên kîmyewî û şaşîtiyên têkîldarî neçirvaniyê jî agahdar dikin. QULEYÊN PENÇEŞÊRÊ HATIN ÎNŞAKIRIN Sarica destnîşan kir avahiyên Lisinia Dogayê bi darên 200-300 salî yên çekemê ve înşa dikin û ev agahî da: "Ev dar ên ku ji bo çêkirina malan tên bikaranîn in. Em wan li derûdorê kom dikin û bi vî rengî Lisinia înşa kir. " Sarica destnîşna kir ku ew li van avahiyan fêm dikin ku çi dibe sedama pençeşêrê ji ber vê yekê jî ji wan avahiyan re dibêjen quleyên pençeşêrê. BÊAVIYÊ HÎNÎ NEBAT DIKIN! Ji ber ku li Lisinia Dogayê nebatên wekî gul, cehter, lîmon, lewente, çekem, çeqlet, gula sor, melîsa bêav tên xwedîkirin li deşta Burdurê 2 milyon ton av hate tesarufkirin. Li bostan û zeviyên ku hilberînên bê madeyên kîmyewî tên çandin û hilberandin dildarên ku tên jî dixebitin, dildarên xwezayê li Lisiniayê rûn, kolonya, krem û sabûnê jî bi awayekî organîk çêdikin. Tiştên ku tên hilberandin li gelek bazarên ekolojîk ên Tirkiyeyê tên firotin bi vî rengî di warê aboriyê de jî lêçûnên xwe bi cih tîne. 'EM BI XWEZAYÊ RE DIJÎN' Sarica têkîldarî vî mijarê jî wiha got: "Guz darekî pir avê dixwaze ye. Lê me bi gulan re ew çand. Gul ji ber ku kêm avê dixwaze ahengekî pêk tînin. Hêdî hêdî me bêavî hînî wan kir. Bêyî ku zirarê bidin û çavkaniyên avê tune nekin hilberînê dikin. Ji ber ku em li dijî xwezayê tênakoşin em bi xwezayê re dijîn." JIYANA BÊPENÇEŞÊR TÊ HINKIRIN Kesên ku di çarçoveya dibistanên xwezayê yên Lisiniayê de tên vir di warê jiyanekî bêpençeşêr de tên agahdarkirin. Sarica di vî mijarê de jî got ku qadên jiyanê yên ku dibe ku mirov pençeşêrê bikevin û wiha axivî: "Di çarçoveya rêxistina tenduristiyê ya cihanê de li dibistana xwezayê sedemên pençeşêrê û jiyana xwe ji pençeşêrê parastinê bi dîmenan ve tên vegotin." SEMBOYA LISINIAYÊ DARÊN ÇEKEMÊ NE Sembola Lisinia Dogayê darên çekemê ne, ji ber ku li dijî serma, bêavî û ba li ber xwe dide felsefeya jiyana demdirêj e. Sarica destnîşan kir ku darê çekemê ji bo mirov û ajalan bûye war, ew jî wekî vî darî ji bo nifşên tendurist li ber xwe didin û gav davêjin. Sarica anî ziman ku ew di heman demê de dibin hedefa şîrketên kapîtalîst jî lê ew ê bi felsefeya darên çekemê projeyên alternatîf pêş bixin û li ber xwe bidin.