'Tekane qada hêşîn a Bakirkoyê tê tunekirin' 2017-05-07 09:07:05 STENBOL - Sekreterê Giştî yê Odeya Plansazên Bajêr a Stenbolê Akif Burak Atlar, plana îmarê ya ku Wezareta Hawirdorê ji bo qada hêşîn a Bakirkoyê ya milyonek metrekare ye nirxand û wiha got: "Mixabin ev tê wateya tunekirina tekane qada hêşîn a li Bakirkoyê." Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê, der barê 5 parselên qada hêşîn a ku li Taxa Zûhûrûtbaba ya li Bakirkoya Stenbolê ye û milyonek metrekare ye, guherîna planê kir. Li kampusa ku Nexweşxaneya Nexweşînên Ruh û Damargiriyê ya Bakirkoyê lê ye, Nexweşxaneya Perwredehî û Lêkolînê ya Dr. Sadi Konûk a Bakirkoyê, Nexweşxaneya Nexweşînên Çerm û Zûhrewî ya Leprayê, Enstîtuya Zanistên Tenduristiyê ya Zanîngeha Stenbolê, Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, Eywana Sporê ya Ahmet Comert, Eywana Sporê ya Sinan Erdem, Mala Olîpiyatê, Hawizê Avjeniyê yê Olîmpîk ê Federasyona Goga Avê ya Tirkiyeyê jî hene. Plana îmarê ya der barê vê hawirdora ku bi piranî ji qada şîn pêk tê û ji aliyê Wezaretê ve hat amdekirin hat daliqandin. Şaredariya Bakirkoyê jî îşaret pê kir ku, der barê vê guherandina planê ya ku dê heta 20 mehê daliqandî bimîne tu agahî ji bo wan nehatine ragihandin û her wiha diyar kir ku, ew ê îtirazî vê guherandinê bikin. ‘TEKANE QADA HÊŞÎN JÎ TÊ TUNEKIRIN' Sekreterê Giştî yê Odeya Plansazên Bajêr a Stenbolê Akif Burak Atlar, plansaziya ku wezaretê weşand nirxand û dest nîşan kir ku, di pêşerojê de dê plansaziyên bi vî rengî bibin sedema pirsgirêkên cidî yên îmarê. Atlar, îşaret pê kir ku niha tê plankirin ku 100 hektar qada hêşîn a ku ji bo Nexweşxaneya Bajêr hatibû diyarkirin ji îmarê re bê vekirin û wiha got: "Niha herêm dabeşî du perçeyan bûye. Bi piranî hewl didin fealiyetên nûkirinê li wir bikin. Lê belê, qada hêşîn ya ku mayî jî ji bo îmarê vedikin. Mixabin ev tê wateya tunekirina tekane qada hêşîn a li Bakirkoyê maye." Atlar, anî ziman ku li vê qada hêşîn a li Bakirkoyê, tenê ne bakirkoyî hemû stenbolî bêhnê lê vedidin û xwe lê vedihesînin. Atlar wiha got: "Dema biryarek wisa hat dayîn, herî kêm diviya gelê herêmê jî daxilî vê pêvajoyê bibûna. Şaredarî bi xwe jî paşê hat daxilkirin. Divê ji bo vê qadê Yekîtiya Bijîşkan û saziyên tenduristiyê yên eleqedar jî daxilî pêvajoyê bibûnan." ‘QADÊN VEKIRÎ CIHÊ XWE DAN BALAXANEYAN' Atlar ê ku got “Di salên dawî de em dibinîn ku Bakirkoy jî di nav de gelek qadên vekirî cihê xwe ji balaxaneyan re dihêlin. Em dibînin ku ev qadan terkî cihên avabûnê tên kirin" anî ziman ku, heke bi vê lez û beziyê li Stenbolê qadên vekirî bên windakirin, dê ev bi xwe re rewşeke ku telefiya wê tune ye bîne. Atlar wiha domand: "Her wiha îtirazên der barê vê mijarê de zaf girîng in. Hêvîdar im ku rayedar îtirazan esas bigirin û bi awayekî cidî tevbigerin. Em wek Odeya Plansazên Bajêr a Stenbolê, plansaziyên li Stenbolê tên kirin dişopînin. Lê mixabin piştî ku tên kirin, hayê me ji van plansaziyan çêdibe. Me daxilî merheleya plançêkirinê nakin. Em jî wek sazî nêrîna xwe, îtiraza xwe ya ji bo planê tînin ziman. Der barê vê plansaziyê de jî em ê îtiraza xwe ragihînin wezaretê."