Li şûna 'Parka Bajêr' AVM hat avakirin 2016-12-02 09:16:56 RIHA - Li Rihayê, AKP'ê di hilbijartinên herêmî de li qada Stada 11'ê Nîsanê ya hat rûxandin çikirina "Parka Bajêr" wead kiribû, lê li şûna wê AVM hat avakirin. Li navçeya navendî Halîliyeya Rihayê, AKP'ê li şûna qada Stada 11'ê Nîsanê ya hat rûxandin, pêşnûmaya hêşînahiyê wead kirinû, lê niha li vê qadê çêkirina AVM li ber temambûyînê ye. Li qada ku 34 hezar metrekareye, AKP di hilbijartinên herêmî 29'ê e adarê de di nav 763 pêşnûmayên xwe de dabû nîşandan û diyar kiribû ku ew ê binî bike otobark û ser jî qada hêşînahiyê. Lê AKP piştî hilbijartinê li pêşnûmayê 3 revîze sepandin û niha li şûna wê bi navê NOVADA AVM'yek tê avakirin û her wiha li ber qedandinê ye. LI ŞÛNA QADA HÊŞÎNAHIYÎ AVM ÇÊKIRIN Li qada ku bedêla mûayeneyê 15 milyon dolar e, di 7'ê adara 2015'an de hîmê wê hat avêtin û her wiha biryarên ku wê otel bê avakirin rastî bertekên STK'yan û gel hatibû. Piştî Odeya Plankarên Bajêr serî li dadgehê dan, Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê bi paş ve gav avêt. Li ser îtirazên STK, gel û Odeya Plankarên Bajêr biryara ku dê 4 qat bibe otopark û qada bazirganiyê û wê ser wê jî bibe qada hêşînahiyê hat dayîn. Di pêşnûmaya ku di vê berekê de hat amadekirin de, di komîsyona îmarê de hat guherandin û bi tesdîqa meclîsê re veguherî AVM'yê. Qada 35 hezar metrekareyî ya ku wê bi pêşnûmaya hat amdekirin wê 32 hezar metrekareyên wê bibûna qada hêşînahiyê û yên mayî jî bibûna qada bazirganiyê, niha hawirdora wê bi brandayên hesînî hatiye girtin û înşaata AVM'yê li ber qedandinê ye. ŞAREDARÎ JÎ Û WEZÎR JÎ TESDÎQ KIRIN Di merasîma danasînê de Wezîrê Xebat û Ewleyiya Civakî yê wê demê Farûk Çelîk ku niha Wezîrê Çandinî û Sewlavaniyê ye wiha axivî bû:"Parka Bajêr a 11'ê Nîsanê xeyala me bû, niha pêk tê. Ji ber pêvajoyên zagonî me demek dirêj winda kir, lê bi hewldanên Şaredariya Bajarê Mezin niha gavên wê yî avakirinê tên avaêtin, wê demildest biqede. Wê ev der bibe qadeke hêşînahiyê. Heke min vexwînin vekirina wê, ez ê qurdeleyê jî jê bikim." Şaredarê wê demê Celalettîn Guvenç ku niha Parlementerê AKP'ê yê Mereşê ye jî gotibû ew ê Parka Bajêr a 11'ê Nîsanê bi piranî bikin qada hêşînahiyê û wiha axivî bû:"Wê li qada 35 hezar metrekareyî 32 hezarê wê qada hêşînahiyî be û bibe qada regrasyonê. Em ê li kotaya jêrîn jî bi 7 hezar metrekareyê qada bazirganiyê çêbikin û em ê bikin ku ev herêm b-veguhere navenda cazîbeyê. Li ser xêrê be. Sozê me da gelê xwe û welatiyên xwe, bi piranî wê li bajêr lihevkirinekê pêk bîne û ji ber ez bextewar im. Me serî li fikrên her kesî da û me pêşnûmayeke ku dê ji aliyê her kesî ve bê qebûlkirin berpêş kir. Me bi modela 30 salî ya çêbike û bi kar bîne, bi fîrmaya TURKMALL'ê re li hev kir û em ê têxin meriyetê." Fîrmaya TURKMALL'iyê ya mezata pêşnûmayê hilgirt li Tirkiyeyê bi çêkirina AVM û bi rûxandina Sînemaya Emekê û Pastexaneya Înciyê ya li Beyoglûya Stenbolê ketibû rojevê. Arjîn Dîlek Oncel-DÎHABER