Li dijî kana keviran berxwedana jiyanê 2017-05-15 09:04:49 OSMANIYE - Gundiyên bajarê Osmaniye li dijî kanên keviran ên li herêma qadên zeytûn û çandiniyê hatine vekirin, konê berxwedanê vedan û dest bi çalakiyan kirin. Welatiyan diyar kirin ku ew kanên keviran li warê xwe naxwazin û dixwazin li vir bi tenduristî û aramî bijîn. Li gundên Bahçe û Kirmacili yên Osmaniyê piştî kanên keviran hatin vekirin dar û berên zeytûn û teaman zerar dibînin. Gundiyên ku zerarê ji kana keviran dibînin, li dijî kanên keviran kon vedan û dest bi çalakyiyê kirin. Şîrketa Tusan Yapi San. A.Ş'ê piştî li herêma sêgoşeya Castabala/Hierapolis, Keleha Bahçe û Keleha Hemite hat avakirin ev warên ku heta 4 hezar sal dîroka wan heye dikevin bin bandorek neyînî. Wezareta Çavkaniyên Enerjî û Tabîyê di navbera sala 2015 û 2017'an de destûra ruhsata demborî dabû. Lê di 9'ê Gulana 2017'an de dema rûhsatê xelas bû. Li warê ku divê wekî Qada SÎT bê parastin tê wêrankirin. Qada ku destûr hat dayîn diviya bû li ser 35 dolim zevî bê avakirin, lê heta 986 doliman fireh kirine û xwezayê wêran dikin. Li qada ku darên zeytûnan lê heye û warekî çandî û dîrokî ye wekî qada Kanên keviran û hat vekirin. 'EM KANÊN KEVIRAN NAXWAZIN' Welatiyên gund diyar kirin ku ew kanên keviran naxwazin û naxwazin ku nexye û ekolojiya gundê wan xera bibe. Welatiyên ku kon vekirin rastî êrîşa bombeyên gazê hatin. Welatiyan bang li her kesî kirin ku dengê wan bibhîzin û çalakiya wan tenê nehêlin. Keyayê Gund Niyazi Atagun, anî ziman ku li dijî zagon û parastina ekolojiyê kanên keviran tên avakirin û ev yek zerarê dide zevî, ax, dîrok û ekolojiya wan û wiha got: "Fîrmaya kana keviran di sala 2007'an de ruhsat stend. Di sala 2008'an de dewrî fîrmayek din kirin. Lê ji wê demê heta niha tu xebat nekirin. Fîrmayê heta niha çima tiştek nekir û îro dike. Dixwazin her tiştî di nava 1-2 mehan de bi dawî bikin. -Kana keviran 200 metre dûrî malan e. Her derdorê qirêj dike û hem jî zerarê dide ekolojî û derdorê. Vê fîrmayê berê li navçeya Ceyhana Edeneyê komkujiya xwezayê pêk anî. Niha jî dixwaze li vir ekolojî û xwezayê qetil bike. Em destûr nadin vê yekê. Em li vir ocaxên keviran naxwazin. Welatiyên gund Dogan Torun û Soner Develialmaz jî bertek nîşanî kanên keviran dan û anîn ziman ku ew li vir kanên keviran naxwazin. Hamdullah Kesen - dihaber