Ekolojîst: Her fira F-16'yekê berdêla hezhezaran darên çam in 2017-05-17 11:03:45 ÎZMÎR - Li bajarên kurdan ji ber bombekirina balafiran bi sed hezaran hektar darizdan, dar bû bar tune bidin û winda dibin. Her ku balafirek şer a F-16'an radibe bedelê maliyeta sedhezaran darên çam in. Ekolojîstan diyar kirin ku divê butçeya ji şer re tê veqetandin ji xweza û mirovan re bê qetandin. Li Tirkiye her sal nêzî 4 hezar şewatên daristanê çêdibin. Her salê nêzî 10 hezar hektar qadên daristanê zerar dibînin. Bi qasî li herêma Ege û Akdenizê li bajarên Kurdan jî ji ber bomkirina balfirên şer daristan tên şewitandin û xweza tê talankirin. Ji ber balafirên şer herêmê bombe d8ikin xweza daristan, sewal winda dibin û wêran dibe. Wezîrê Daristan û Derdorê yê berê Veysel Eroglu, di bersîva pirsnanemya Parlamentera HDP'ê Pervin Buldan a 2010’an de diyar kiribû ku 5 hezar û 649 hektar daristan ji ber şer hatiye wêrankirin. Lê tê texminkirin ku ev hêjmar hîn zêdetir e. Bi taybetî pişti tîrmeha 2015’an pêvajoya şer dest pê kir, tahrîbata li bajarên Kurdan zêdetir bû. Li gorî daneyên Tevgera Ekolojîstên Mezopotamya di navbera mehên Tîrmeh û îlona 2015'an de tenê li Dêrsimê 14 şewatên daristanê derketin. MALIYETA SAETEK FIRA F-16 250 HEZAR TL YE Di şerê 40 salan de heta niha bi hezararan caran balafirên şer ên F-16 li ser bajarên kurdan firiyane. Tenê li Bajarê Amedê rojê bi dehan caran balafirên şer ên F-16 difirin. Her saetek maliyeta fira balafirên F-16 25 hezar dolar e. Balafirên ku bombe bar dike û diçe şer maliyeta fira wê 65 hezar dolar e. Maliyeta her balafirên ku saetekê diçe bombekirinê di navbera 85 hezar û 250 hezar TL ye. Li aliyê din lêçûna her şitlek dara çam 3 tl ye. Ekolojîst diyar kirin ku her saetê carekê balafirên şer radibin lêçûna wê bi qasî lêçûna sed hezaran şitlên darên çam in. BI ŞER XWEZAYÊ WÊRAN DIKIN Ekolojist Sergen Sucu, diyar kir ku her balafirek saetekê difire maliyeta wê 250 hezar tl ye û ev balafir xweza û jiyanê tune dikin. Sucu, anî ziman bombekirina balafirên şer di milê derûnî û civakî de bandorek pir xerab li ser civakê dike û xwezayê wêran dike. Sucu, da zanîn ku di heman demê de tenduristiya mirovan û jiyana ekolojiyê jî wêran dike. Sucu, diyar kir ku di heman demê de qeyrana aboriyê jî zêde dike û wiha got: "Her balafirek şer radibe maliteya wê 250 hezar TL ye. Ger ku ew pereyê li balafiren şer tê xerçknirin li çandiniyê hatiba xerçkirin dê îro betalî û birçibûn li Tirkiyeyê tune bûya. Balafirên şer gelek caran diçin Qandîl û Lîcê bombe dikin. Hemû ekolojiyên cihanê girêdayî hevin. Ekosistema Kurdistanê, Tirkiye, Almanya, Norveç Amerika û hemû cîhanê girêdayî hev in. Hemû hev bandor dikin. Dema em zerarê nedin xezayê pêdiviya ekolojiya cîhanê bi çandina şitlek dara çam tune. Lê tenê ji me dixwaze ku em bi feraseta hişmendiya mêr û şer tev negerin û xwezayê wêran nekin. Xweza tişta ji me dixwaze ewe ku em mudaxaleyî wê nekin û em wê wêran û talan nekin. Maliyeta her şitlek dara çam 3 tl ye. Maliyeta her saetek balafira şer 250 hezar tl ye. Ev jî nîşan dide ku her balafirek şer radibe beramberî hezaran şitlên daran e. Ruken Demir / Cihan Başakçıoglu - dihaber