Walîtiyê projeya 'ocaxa mirinê' tesdîq kir 2017-05-18 09:07:47 ÎZMÎR- Walîtiya Aydinê serlêdana zêdekirina kapasîteya Ocaxa Feldspatê ya ku ji ber wê li gelek kesan nexweşîna pişikê jî di nav de nexweşînên cur bi cur peyda bûn tesdîq kir. Serokê Platforma Hawirdorê ya Aydinê Mehmet Vergili wiha got: "Dê li herêmê bi navê aramiyê tiştek nemîne. Ev tesdîqkirina walî şaş e." Li Herêma Egeyê hema bêje her roj tiştek din li qetilkirina xwezayê tê zêdekirin. Vê carê jî Walîtiya Aydinê serlêdana "Zêdekirina Kapasîteya Ocaxa Feldspatê" ya ku di navbera navçeya Buharkentê û gundê Gencelliyê de ye tesdîq kir. Bi vê projeya ku rapora "Pêdivî bi ÇED'ê tune ye" ji bo hat dayîn, her çi qas qadeke 25 hektarî ji bo bikaranîna wê hatibe nîşandan jî, lê di asasê xwe de dê qadeke gelek hektarî tehdît bike. Di nav sînorê projeyê de qada ÇED'ê 25 hektar e û bi qasî 500 metreyî dûrî wê gundê Gelenbeyê heye. Di çarçoveya projeyê de, li ser ruyê qada ku ocax lê ye rûbera axê ya riwekî heye û di rapora ÇED'ê de wiha hat gotin: "Tebeqeya vê rûberê bi nêvengî 20 santîmetre ye û dê bi makîneyên karî axa riwekî ya di nav projeyê de cih digre biçerixe." Her wiha hat diyarkirin ku, dê di dema xebatên projeyê de bermayiyên harfiyatê çêbibin û dê taybetmendiya xwezayî ya xaka riwekî winda bibe. Li rojhilatê qada projeyê bi qasî 510 metreyan dûr û li bakurê wê jî bi qasî hezar û 25 metreyan dûr baxçeyên zeytûnan hene. NAKUJE LÊ JI KUŞTINÊ XERABTIR DIKE Baş tê zanîn ku li herêmên ku madeya feldspatê lê tên derxistin, toz û xubareke zêde bi ser mirovan de belav dibe û ji ber kîmyasala ku berba dibe li gelek kesan nexweşînên pişikê peyda dibin. Her wiha li karkerên ku 5 salan di ocaxên feldspatê de dixebitin nexweşîna pişikê û nexweşîna kronîk sîlîkozîs a ku dibe sedema mirinê peyda dibin. Tê tespîtkirin ku, her çi qas karkerên ku di madenên feldspatê de dixebitin nemirin jî, lê heta ku sax bin êşa wan nexweşînên li wan peyda dibin dikşînin. 'TESDÎQKIRINA WALÎ ÇEWT E' Serokê Platforma Hawirdorê ya Aydinê Mehmet Vergili vê projeyê wiha nirxand: "Dê li wir xweza û jiyana giyaneweran bê îhlalkirin. Li wir daristanên zeytûnan hene û her cure rûberkên riwekî hene. Dê hemû pîsîtiyên wir bavêjin robaran. Dê ji ber robaran plaj qirêjî bibin. Dê li wê herêmê tu aramî nemîne. Dê êrîşî mafê mulkiyetî yên mirovan jî bike. Ev tesdîqkirina walî şaş e." 'JIYANA MIROVAN TÊ TUNEKIRIN' Vergili, anî ziman ku herêma ku dê proje lê bê çêkirin herêma çandinî û turîzmê ye û wiha domand: "Dê eko-sîstema li herêmê zirarê bibîne. Di sala 2007'an de qanûneke hat derxistin û projeyên bi vî rengî li dijî vê qanûnê ne. Li ser erdên ku qada çandiniyê ne nayên çêkirin. Li nêzî ciwarbûnan nayên çêkirin. Divê ev nebin. Biryarên ku walî dane dê zirarê bidin vê herêmê. Dê ew bi xwe jî bibînin. Di projeyên vî rengî de jiyana mirovan nayê hesibandin."