Li ber çavan Çemê Qersê tê qirêjkirin 2016-12-03 09:11:34 QERS - Li Qersê, bermayiyên penêrê ku li Tesîsa Bikaranîna Şîr tê hilberandin, yekser diherike Çemê Qersê û ev jî dibe sedema qirêjbûna çem. . Li Qersê, li Tesîsên Pargîdaniya Şîr a li Herêma Saniyaya Organîzeyê ye, av û bermayiyên penêrê ku tê hilberandin yekser li Çemê Qersê tên darijandin û bi vî awayî çem tê qirêjkirin. Ji ber bermayiyên ku bêyî bên dawerivandin li çem tên darijandin, ji keviyên çemî bêhneke genî li hawirdorê belav dibe. Çemê ku di nav bajêr re jî derbas dibe, ji ber bermahiyên tên darijandin bandorê li ser tenduristiya mirovan jî dike. NEBAT ŞÎN NAYÊN Ji ber darijandina van bermahiyan, li keviyên çem ya nebat qet şîn nayên an jî yên şîn tên zû hişk dibin. Hat diyarkirin ku, havînan bêhna genî zêde dibe û ev jî dibe sedema gelek nexweşînan. ‘ÇEŞNÊN MASIYAN TUNE DIBIN' Gelek welatiyên li çem bi masîgirtinê debara xwe dikin jî diyar kirin ku, salên borî çeşnên masiyan ên wek sûf, masîpank, masîpîsîk, masiyê nava keviran û hwd. li çem dijiyan, lê di salên dawî de ji ber qirêjiyê gelek çeşnên masiyan tune bûne. Welatiyên ku li dijî qirêjkirina çemî bertek nîşan dan anîn ziman ku, li hemberî vê rewşê rayedar jî bêdeng in. ESNAF LI BER ÎFLASÊ NE Xwediyê kargehên ku di rêgeha çemê ku di navenda bajêr re derbas dibe jî ragihandin ku, êdî ew tu karî nakin. Esnafan diyar kir ku, ji ber bêhna genî ya çemî kirîger nayên danûstendinê nakin û dest nîşan kirin ku, ew li ber îflasê ne.